Meşa li dijî komployê: Dixwazin jiyana hevbeş a gelan têk bibin

Li dijî salvegera 26’emîn a komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi hezaran şêniyên Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kirin.

Qamişlo – Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de pêk hat, şêniyên Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşeke girseyî li dar xistin.

Di bin dirûşma “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” şêniyên bajêr bi beşdariya dezgeh û saziyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevger û rêxistinên jinan, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, malbatên şehîdan û pêşengên êl û eşîran meşiyan.

Meş ji çarxerêya Osman Sebrî dest pê kir û heya pêşiya Navena Mihemed Şêxo ya Çand û Huner dewam kir. Piştî yek deqe rêzgirtinê endama Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo axivî.

Şîraz Hemo di destpêka axaftina xwe de berxwedana dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şervanên azadiyê yên di çeperên şer de li ber xwe didin silav kir û wiha pê de çû: “Her qîrînek û her bostek vê axê berxwedana zarokên vî welatî ya dîrokî dibêje. Îro salvegera komplo ye, di vê rojê de hêzên hegemon biryara çêkirina sîstema Rojhilata Navîn a nû dan. Bi hêncetên cuda dest bi girtin û çewisandina zanistê kirin, zansita ku dê Rojhilata Navîn pêş bixe û azad bike ji koletiyê.”

‘Hêza gelên demokrat nayê şikandin’

Şîraz Hemo di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser sîstema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî hegemonyayê û wiha anî ziman: “Di dirêjahiya salan de her dem hewl dan hêza gelan bişkînin, jinan kole bihêlin lê tu carî nikarin bigihîjin serî. Çiqas dijmin hovîtiya xwe berdewam bikin jî ew ê nikaribin hêza gelan, jiyana hevbeş û demokrasiyê têk bibin. Bêguman sîstema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mînaka herî berbiçav e. Ev hevgirtina pêkhateyan çakûçek e ku li erşê desthilatdariya wan dide.”

‘Dîrok bêdengiya we efû nake’

Şîraz Hemo kiryarên AKP-MHP’ê şermezar kir, bang li rêxistinên mirovî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û wiha bi dawî kir: “Me bi bertek, berxwedan û têkoşîna xwe komplo têk bir. Ev proje pêwîst e li tevahî Rojhilata Navîn were pêkanîn. Em di hizûra we de komployê şermezar dikin, em AKP û MHP’ê şermezar dikin û bang li rêxistinên mirovî dikin ku helwestên xwe ji bo bidawîkirina tecrîdê nîşan bidin.”

Meş bi dirûşma “Bijî Serok Apo, Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.