Di salvegera komployê de YJK-E bang li jinan û gelan kir

YJK-E ya Komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir bang li jinan û gelan kir ku hê bihêztir xwedî li kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ derkevin.

Navenda Nûçeyan – Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) têkildarî Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniya xwe de YJK-E got: “Rêber Apo bi têkoşîna xwe ya dîrokî ya di 26’emîn sala Komploya Navneteweyî de  planên hemû hêzên komploger û hevkar pûç kiriye.  Felsefeya Rêber Apo û paradîgmaya jiyana nû derseke mezin daye hêzên hevkar.”

‘Divê hê bihêztir xwedî li pêngavê derkevin’

Derdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Modela Neteweya Demokratîk ku îro li hemberî Modernîteya Kapîtalîst alternafîk e, li seranserê cîhanê bandora xwe nîşan daye ku di 2’yemîn sala pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’  de pêngav ji aliyê gelek derdoran ve tê destekkirin.  Ev yek di heman demê de di 8’ê Adarê û pîrozbahiyên Newrozê de û piştre jî di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de hatiye îspatkirin.   Hilweşandina desthilatdariya faşîst ya AKP-MHP’ê ya ku jê re digotin tu carî hilnaweşe, hatiye lezandin û hate îspatkirin ku li welêt hêza mixalîf a diyarker Kurd in.

Azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me armanca me ya sereke ye û têkildarî vê yekê  di serî de DYE em hemû welatên ku di Komploya Navneteweyî de cih girtine, careke din şermezar dikin.  Bi kampanyaya Tîrêjên Rojê em ê di navbera 10-11-12’yê Cotmehê de  li Elmanyayê  bi çalakiyên weke mitîng, panel, pêşandana wêneyan û konvedanan li qadan azadiya Rêbertiya xwe daxwaz bikin.  Girêdayî vê yekê em bang li hemû jin, gelê me yê welatparêz, dostên xwe û derdorên demokratîk dikin ku hê bihêztir xwedî li pêngavê derkevin û têkoşînê mezintir bikin.”