Meşa Gemlîkê: Ger tecrîda li Îmraliyê bê şikandin dê li Tirkiyeyê jî nefesek were girtin

Wekîla HDP'ê ya Stenbolê Dilşat Canbaz Kaya, girîngiya meşa Gemlîkê ya ji bo Tirkiyeyê û tundiya polîsan a kesên xwestin bimeşin rû bi rû hatin ji ajansa me re nirxand.

ELÎF AKGUL

Stenbol- Ji 25 kesên ku di meşa Gemlîkê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Kadikoya Stenbolê hat lidarxistin de hatibûn binçavkirin û sewqî dozgeriyê hatin girtin, Hevserokê HDP'ê yê Kadikoyê Koray Turkay û Îsmaîl Temel hatin girtin. 23 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Wekîla HDP'ê ya Stenbolê Dilşat Canbaz Kaya ya ji ajansa me re axivî, wiha got: “ Tirkiye di bin tecrîdeke giran de ye. Û ev tecrîd ji Îmraliyê dest pê dike.”

Dilşat Canbaz Kaya destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 23 sal in di bin tecrîdeke giran de ye û ev yek binpêkirina hiqûqa gerdûnî û mafên mirovan e, bi bîr xist ku hevdîtina Ocalan ya bi malbata xwe tê astengkirin, nebûna hevdîtinên wî û her car serlêdanên parêzeran ya her meh tê redkirin.

“Ji girtîgehan cenaze derdikevin”

“Em rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan, sewqên sirgûn, şewitandina înfazan dizanin. Rewşek tecrîdê ku piştî pandemiyê hîn dijwartir bûye heye. Em dizanin ku mirinên bi guman, bi rastî jî ne mirinên bi guman in. Girtî li hundir tên qetilkirin.,Garîbe Gezer jî di nav de ji girtîgehan cenaze derdikevin.”

“Tecrîd tevahiya Tirkiyeyê dorpeç kiriye”

Dilşat Canbaz Kaya dibêje “Tecrîd bi girtîgehan re ne bisînordar e. Tecrîd tevahiya Tirkiyeyê dorpeç kiriye” da zanîn ku ew weke kesên her pêvajo aştî û azadiyê diparêzin, neçarin ku ji şert û mercên ewqas giran re dengê derbexin.

Wekîla HDP'ê ya diyar kir, “Li hemû Tirkiyeyê û li hemû cîhanê bêdengiyek heye. Ji ber vê yekê pêwîst bû em ji Gemlîkê re bimeşin", bi van gotinan armanca meşê vegot, “Pêwîst bû ji şert û mercên ewqas giran re dengek bê derxistin. Pêwîstbû em li hemû derên Tirkiyeyê li hev civin û bi hevparbûne re vê tecrîdê bişikînin.”

Dilşat Canbaz Kaya ya, bandorên gengaz ên vê meşê li ser pêvajoya hilbijartinê ya dema Tirkiyê dikeve pêvajoya hilbijartinê nirxand, wiha axivî: “Îro di 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê de ji jinan re barîkat tên avakirin. Jinan bi hilweşandina wan barîkatan dimeşin. Pêşiya Lîseya Galatasarayê di bin tecrîdê de ye. Hikûmet Dayikên Şemiyê nagire wir. Karkeran di her berxwedanê ku daxwazên xwe tînin ziman de hem bi mertalên patronan, hem yên sermaye û hem jî bi polîsan re rû bi rû dimînin. Ev şert û mercên giran ên tecrîdê ya li Tirkiyeyê ne. Ger niha tecrîda li Îmraliyê bê şikandin dê li Tirkiyeyê jî nefesek were girtin.”  

Dilşat Canbaz Kaya dest nîşan kir bi vî rengî “em dikarin bibin yek”, diyar kir ku tişta ku bi berxwedana Geziyê re li Tirkiyeyê hat jiyîn, li Kobanê jî hat jiyîn û wiha got: “Ger em Kobanê û Geziyê bikin yek, em ê karibin malbatên li Kurdistanê û Tirkiyeyê bikin yek û vê pirê ava bikin, em ê gaveke girîng bavêjin. "

"Ev meş ji bo azadî, edalet, hiqûq û aştiyê girîng e"

Dilşat Canbaz Kaya diyar kir ku pêwîstiya her kesî aştî, edalet û hiqûqê heye, Girtiyên Gezî, nobeta edaletê ya malbata Senyaşar û têkoşîna malbata wê ya ji bo Gulîstan Doku bi bîr anî û got: “Ji ber vê sedemê ev meş ji bo me hemûyan ji bo azadî, edalet, hiqûq û pirsgirêka aştiyê girîng bû.”

Dilşat Canbaz Kaya, anî ziman ku deshilatdarî bi zêdekirina tundiya polîsan dixwaze her cure berxwedana kolanan asteng bike û da zanîn ku îşkenceyên ku tundiya polîsan hat bikaranîn di kamerayan de xuya dike. Dilşat Canbaz Kaya diyar kir ku, "Ew faşîzma tarî li her derê welat dorpeç kiriye" û bi bîr xist ku dema ji bo meşa Gemlîkê Kadikoyê li hev bicivin û li siwarê otobusan dibûn, polîsan her derê Kadikoyê "dorpêç kirine”:

“Hezên ewlehiyê kom bi kom her derê dorpeç kiri bûn. Weke wekîl nêzbûna me ya girseyê bi mertalên polîsan asteng kirin. Rûyê hevalên me hatin perçekirin, ji serê wan re kêl avêtin, bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Bi rastî jî em bi desthilatdariyeke ku azadî, aştî û demokrasiyê hez nake re rû bi rû ne.”

Dilşat Canbaz Kaya, dest nîşan kir ku li gel hemû astengiyan jî daxuyaniyên xwe yên çapemeniyê dane û wiha axivî: “ Daxwazên me pir zelal bûn û me ew daxwazan li wir qîriyan. Me got her der tecrîd, her der berxwedan. Bi rastî jî me çalakiya xwe li wir li dijî kesên ku qada tecrîdê, Kadikoyê ji me ra tecrîd dikin pêk anî.”