Maryam Kerimbeigi a li Girtîgeha Êvînê tê girtin, dest bi girêva birçîbûnê kir
Maryam Kerimbeigi ya duho hatibû girtin şandin Girtîgeha Evînê, hat zanîn ku Maryam Kerîmbeigi dest bi girêva birçîbûnê kiriye.
Navenda Nûçeyan- Hat zanîn ku Meryem Karimbeigi ya duho ji aliyê hêzên ewlehiyên yên girêdayî Wezareta Îstîxbaratê ve hatibû girtin, hin amûrên wê yên takekesî hatibû desteserkirin û wê biribûn cihekê ne diyar, şandine Girtîgeha Evînê. Li gor agahiyan li hemberî vê yekê Maryam Kerimbeigi li Girtîgeha Evînê dest bi çalakiya girêva birçîbûnê kiriye.
Maryam kerîmbeygî ya xwişka Mustafa kerîmbeygî ku sala 2009’an di xwepêşandanekê de hatibû qetilkirin, ji aliyê wezareta Îstîxbaratê ve hate girtin. Hêzên ewlehiyê yên girêdayî Wezareta Îstixbaratê li malê lêgerîn kirin û dest danîn hinek eşyayên wê yên kesane.
Li gorî Şahnaz Akmalî, Maryam ji malbata xwe re ragihand ku piştî wê şewqî girtîgehê kirine, dest bi greva birçîbûnê kiriye û ji bilî avê tiştek naxwe. Şahnaz Akmalî ya dayika Meryem û Mustafa Kerimbeigi, piştî girtina keça xwe di hesabê xwe ya medya dîjîtal de vê pêyamê ragihandibû: “Îşev ne Mustafa, ne jî Maryam li gel min e.”
Balkeş e ku di mehên derbasbûyî de ji bo lêpirsînê gazî Meryem Karimbeigi kiribûn û li ser bingehê ji zaninge derxistina gef lê hatibû xwarin.