Menal Mihemed: Pêwîste Şoreşa Rojava bê nasîn û parastin
Endama Komîteya Têkiliyên Demokratîk û Peymanên Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Menal Mihemed destnîşan kir ku di rêziknameyên 3'emîn Konferansa Jinan a Cîhanê de hat diyar kirin ku pêwîste Şoreşa Jinê ya Rojava bê nasîn û parastin.
ZOUHOUR MECHERGUI
Tûnis - Şanda jinên Kurd di 3'emîn Konferansa Jinan a Cîhanê de daxwaz kir ku hemû kesên ku li herêmên dagirkirî li dijî gel sûc kirine bên darizandin.
Endama Komîteya Têkiliyên Demokratîk û Peymanên Kongra Star li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Menal Mihemed ji ajansa me re axivî û diyar kir ku di nava rêziknameyê de daxwaza rizgarkirina jinên Êzidî û qebûlkirina 3'ê Tebaxê weke roja têkoşîna li dijî kuştina jinan a navneteweyî kirin.
“Em ê bi hemû jinên cîhanê re asta çalakiyên li dijî êrîşên ser jinan bilind bikin”
Menal Mihemed anî ziman ku wan helwesta xwe ya zelal a li dijî faşîzma Tirk ragihandine û wiha got: “Em ê bi hemû jinên cîhanê re asta çalakiya hevpar a li hemberî êrîşên li ser jinan bilind bikin.”
Menal Mihemed da zanîn ku wan daxwaza biryara azadkirina girtiyên siyasî li hemû cîhanê û rakirina tecrîdê û cezayê darvekirinê kirine.
“Pêwîste Şoreşa Rojava bê naskirin û parastin”
Menal Mihemed destnîşan kir ku di rêziknameyên 3'emîn Konferansa Jinan a Cîhanê de hat diyar kirin ku pêwîste Şoreşa Rojava bê naskirin û parastin ji ber ku şoreşa jinan e û bang hat kirin ku 1'ê Mijdarê weke Roja Cîhanî ya Kobanê hevgirtina bi jinan re were hilbijartin.
Menal Mihemed anî ziman ku beşdarbûna mezin û îmzekirina rêziknameya Kurdî ji aliyê hemû jinên cîhanê ve, nîşana hevgirtina bi jinên Kurd re ye.