Meclîsa Malbatên Şehîdan li dijî tecrîda girankirî daxuyanî da
Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî dan.
Şehba- Bi dirûşmeya “Azadiya Rêber Apo misogeriya avakirina Netewa Demokratîk e” Meclîsa Malbatên Şehîdan ya herêma Efrînê li dijî tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî dan. Di daxuyanî de hemû endamên Meclîsa malbatên Şehîdan a herêma Efrînê amade bûn. Beşdarvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Meclîsa Malbatên Şehîdan hildan. Daxuyanî li pêşiya Meclîsa malbatên Şehîdan a gundê Til Qirah ya girêdayî navçeya Ehrezê hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya komîteya perwerdê ya Meclîsa Malbatên Şehîdan Hêvî Silêman ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha dest pê kir: “Ev 23'ê salin li ser dîlgirtina Rêberê Apo re derbas bûne, bi pêlaneke navdewletî îstxbaratiya NATO û MÎT’an Rêberê Gêlê Kurd xistin zîndana Îmraliyê de, ji wê demê de û heya niha jî siyaseta tecrîda girankirî ya ku li dijî pîvanên mirovahiyê de di derheqê kesayetiya Rêber Apo de tê meşandin jî berdewame, ji bo şikandina îradeya gelên azadîxwaz li herêmê di bin navê paristina mafên girtiyan ku îtîfaq ku hatine morkirin de tê kirin mîna komîteya CPT’î de ku bi erk û berpirsiyartiya xwe ya dîrokî ranebûye û paristina mafên girtiyan bike, lê heya niha jî bi erka xwe ranebûye ji ber ku girêdayî îstîxbarata NATO ye. Lê berxwedanî û têkoşîna Rêber Apo di her kêliyekê de hêşt ku pêlanên komploya qirkirinê were têkbirin û bibe dersekê ji siyaseta dagirkeriya hukmeta AKPê re ku ji sê heyvan de biriyara berdewam kirina sîstema tecrîd dimeşîne, ji milî rêveberiyê zîndana Îmraliyê yê tê meşandin. Heya niha nahêlin parêzer bi Rêbertî re hevdîtinê pêkbînin û rewşa tenduristiya wî bişopînin ya ku ji salekê ve tu agahî jê nehatiye girtin. Em bi gumanin di derbarê rewşa zîndanê de û tu kes nizanê çi diqewme. pirsa me ew e ku wîcdanê civaka navnetewî û CPT’î ku bi erka xwe ya şopandinê rewşa tendûristiya seroketiyê rabin, ango naxwazin rastî û kiriyarên Dewleta Turk ya faşîzim di zîndanan de derkev holê. Bi dîlgirtina Rêber Apo re dixwazin vîna gelan di kesayetiya Rêber APO de bişkînin, Rêber Apo bi berxwedanî û bi fikr û felsefeya xwe tarîtiya zîndana Îmralî veguherî ronîkirina zihniyeta civakên herêmê tevahî ye.”
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Lê dîsa jî dev ji pêlanên dagirkeriyê bernedan û berê xwe dan Hukmeta Başûrê Kurdistanê bi teybetî jî malbata Berezanî ya xayîn da ku îtîfaqên bi dizî pêk bînin. Dorpêç kirina Şengalê û amedekariya avakirina bargehên leşkerî bi navê partiya PDK’ê bi serkêşiya malbata Berezanî ya ku hevkariyê bi dijmin re dike. Ji ber vê yekê jî Rûsiya hevkara dewleta Turk ya faşîzime li herêmê şer gur dike li dijî Ukraniya, ji bo dagirkirina çavkaniyê xêr û berên herêmê ev şer şerekî aborî ye li dijî NATO ye, ev şer dirêj kirine ji bo neçareseriya aloziya Sûriyê û ew jî girêdayî çareserkirina doza Kurdî û mirovhiyê ye. Di pîrozbahiya cejina Newroza 2022’an de ku her kes tevlî vê şahiyê bû û daxwaza azadiya Rêber Apo hat kirin, azadiya Rêber Apo azadiya tevahî gelan û mirovahiyê ye. Em weke meclîsa malbatên şehîdan bi tundî siyaseta dewleta Turk ya faşîzim û kiriyarên wê şermezar dikin. Daxwaza me ji meclîsa Ewlekariyê ya navdewletî re heye ku zextê bidin ser dewleta Turk ya dagirker da ku Rêber Apo serbest were berdan û hemû girtiyê siyasî di zîndanê faşîzimê de werin azadkirin di heman demê de bangawaziya me ji civaka navnetewî û komîteya CPT’î û rêxistinên mafdar re heye da ku tekoşîna xwe ji bo dîlgirtiyên ramana azad yên siyasî li dijî tundiya zîndan de gurbikin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”,”Bijî berxwedana Îmiraliyê”û”Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.