Talîbanê li Bamiyan ê 11 jin binçav kir
Îstixbarata Talîbanê li parêzgeha Bamiyan a Afganistanê 11 jin bi tawana astengkirina civîna ku çend roj berê ji aliyê tevgera Talîban ve hatibû lidarxistin binçav kirin.
Navenda Nûçeyan - Medyaya parêzgeha Bamiyan piştrast kir ku Talîbanê 11 jin bi tawana astengkirina civîna ku çend roj berê ji aliyê tevgera Talîban ve hatibû lidarxistin binçav kirin. Hat zanîn ku hinek ji wan piştî lêpirsînê hatin berdan û yê mayî hê girtî ne.