Ji bo nan, li Bamyanê kampanya

Li Efganîstanê aloziya aborî her ku diçe kûrtir dibe, hemwelatiyên Efganî bi rêya kampanyayan dikarin nan bidest bixin.

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Bamyan a Efganîstanê komek ciwanên dildar bi Weqfa Zarokan a Efganîstanê re kampanyayek hevpar dan destpêkirin.

Li welatê ku aloziya aborî her ku diçe kûrtir dibe, hemwelatî ketine wê rewşê ku nikaribin nan bidest bixin. Di çarçoveya kampanyayê de wê ji bo malbatên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, dê nan bê pere were dayîn. Kampanyaya ku di destpêka meha Remezanê de dest pê kir, dê heya dawiya mehê berdewam bike.

Ciwanên Bamyanê bang li hemû kesên xwedî kar, saziyên xêrxwaz ên welat dikin ku derbarê xizaniya li welat tê jiyîn hestiyar bin û xebatê bimeşînin.