Meclisa Jinan a DEM’ê: Divê ji ber tacîzê muameleyên zagonî werin destpêkirin

Meclisa Jinan a DEM Partiyê li ser tacîza polîsan a di dema çalakiyên protestoyî de daxuyanî da û got: “Divê derbarê hêzên ewlekariyê û yên talîmat dane wan de muameleyên zagonî werin destpêkirin.

Navenda Nûçeyan- Meclisa Jinan a Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partî) li ser tacîza polîsan a di dema çalakiyên ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê çêbûn de daxuyaniya nivîskî da. Meclisa Jinan di daxuyaniyê de diyar kir ku jinên li kolanan mafên xwe yên demokratîk parastin, rastî şîdet û tacîza polîsan hatine, lêgerîna tazî li ser wan ferz kirine û mafên wan hatine binpêkirin.

Polîtîkayên zayendperest nîşan dide

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şîdeta polîsan, polîtîkayên baviksalar, yekperest û zayendperest nîşan dide û hat gotin ku dê bi tu awayê nikaribin bi zext, binçavkirin û şîdetê têkoşîna jinan rawestînin û wiha hat gotin: “Şîdeta ku bi hedefgirtina bedena jinan kirin, nîşaneya hiqûqa dijmin a li dijî jinan e.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat xwestin ku jinên hatine binçavkirin werin berdan, der barê hêzên ewlekariyê yên li dijî jinan sûc kirine û talîmat dane de muameleyên zagonî werin destpêkirin.