‘The Daughters of Old Shiraz’ xelata herî baş a belgeselê wergirt

Belgesela bi navê ‘The Daughters of Old Shiraz’ ku çîroka jinên ciwan ji bo dîroka Şîrazê biparêzin têkoşiyane vedibêje, di mihrîcana navnetewî ku li Stenbolê hate li dar xistin de bû xwediyê xelata mezin.

Navenda Nûçeyan – Belgesela bi navê ‘‘The Daughters of Old Shiraz’ ku ji aliyê Asal Setayiş ve derhênêriya wê hat kirin, di mihrîcana navnetewî ya Mîmartî û filmên bajar a Stenbolê de xelata belgesela herî baş wergirt.

Belgesel, berê jî li New York û di beşa pêşbaziya bingehîn a Mihrîcana Caprî de cih girt û di beşa bazarê ya Mihrîcana Cennes de hatibû nasandin. Di belgesela ku pêvajoya çêkirina wê nêzî sê salan berdewam kir de, keçên ciwan ên Şîrazê ku dest dane destê hev, ji bo rizgarkirina tevna bajar kampanyaya ku dane destpêkirin, hêviya dane avakirin û bûna dengê taxekê tîne ziman.

Belgesel, pêşandana xwe ya yekem a navnetewî, di beşa pêşbaziya bingehîn a Mihrîcana Mîmartiya New York û Fîlam Dizyanê de cihgirt û di heman demê de di oêşbaziya bingehîn a mihrîcana Çaprî ya li Îtalya hate pêşandan.

“The Daughters of Old Shiraz”, çîroka piştevaniyê û hewldana jinên ciwan ku bi hevre ji bo parastina tevna dîrokî ya Şîrazê, li gel endezyar û xwediyên kar ên xwecihî dixebitin vedibêje. Lê belê dema nûçeya biryara rayedaran ku vê binyadê bi temamî hilweşînan belav bû, ev keçên ciwan li gel derhênerê belgeselê ketin nava tevgerê û bi danezek ku kesên taxê û wan bi xwe îmzakirin, ji bo parastina mîrateya çandê dest bi kampanyayê dikin.

Ji bo rizgarkirina dîroka Şîrazê

Ev tevgera civakî û çandî herçend rastî gelek zoriyan were jî, bi şopandin û desteka berfireh a gelê Şîrazê, binyada dîrokî hate tescîlkirin, parçeyek a hilweşîna nasnameya dîrokî a Şîrazê û bajar tê asteng kirin. Belgesela ‘The Daughters of Old Shiraz’ ne tenê vegotinek dîtbarî ya mîrateya çandê ye, di heman demê de teyîsîna îradeya jinên ciwan a li dijî zehmetiyên bajar, di qada mîmarî û parastina  mîrateyê de hişmendiya civakî û hêzê ye. berhem bi lênêrînek civakî, cihê jinê, beşdariya gel û girîngiya tevna dîrokî bi awayekî hunerî radixwe berçavan.