Meclisa Jin a PYD’ê ji bo Suweydayê bang kir

Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kiryarên li dijî jinan li Suweydayê pêk tên, bi daxuyaniyekê şermezar kirin û banga cezakirina sûcdarên komkujî û kiryarên hovane kir.

Hesekê – Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kiryarên li dijî jin, zarok, kal û pîr ya li Suweydayê pêktê, bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Daxuyanî bi tevlîbûna endam û rêveberên Meclisa jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk li ber Navneda Meclisê ve ji aliyê Berdeva Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Huda Mihemed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Em kiryar û komkujiya ku li dijî gelê Suweyda pêktê bi tundî şermezar dikin. Di vê pêvajoya ku gelên Sûrî hêviya wî bi aşîtî û dawîkirina li qirkirin û komkujiyan dike, li Suwedyayê jin tên tecawizkirin, zarok, kal û pîr tên qetilkirin û bi rêbazên hov yên ne exlaqî tiştên herî pîroz yên civaka Druzî tê binpêkirin. Armanca sereke ya kiryar û planên li dijî Suweyda pêktên, derxistina tevlihevî û pêkanîna şerekî navxweyî ye.

Civaka Durzî civakekî kevnare û pêwiste mafê wan were dayîn û rê li ber planên qirkirina pêkhateyan were girtin. Daxwaza me ji civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî ku rê li ber xwînrijandinê bigrin û  sûcdarên komkujî û kiryarên hovane bên cezakirin. Em di wê baweriyê de ne ku pergala ne navendî ew ê mafê jin û pêkhateyên Sûrî bi hevgirtin û wekheviyê misoger bike.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” dawî bû.