Ji jinên Rojhilata Navîn ji bo Abdullah Ocalan name: Azadî nayê hepskirin – 1
Jinên ji welatên cuda yên Rojhilata Navîn, nameyên ji bo destekdayîna fikrên ku nûnertiya azadiya civakê û jinan diparêze, ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şandin.

Navenda Nûçeyan – Jinên ji welatên cuda yên Rojhilata Navîn nameyên ku piştgiriyê didin pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêş xistiye û azadiya wî dixwazin nivîsandin. Ev name gihîştin Abdullah Ocalan. Jinan di heman demê de banga piştevaniya bi gelê Kurd re, li hemû jinên cîhanê kirin.
Ji zanîngeha Qahîreyê endama hîndekariyê Dr. Farnaz Attia di nameya xwe de ev tişt got:
“Ji bo Rêberê min Abdullah Ocalan...
Ji bo kesê têdikoşe, diparêze, fedakariyê dike û tu caran dest jê bernade, xwediyê doza heq, ji bo kêfxweşiyê ji bo nifşên pêşerojê, xwe li ber hemû zoriyan digre… Li ser riyên bi strî dimeşe û li riyên azadîxwaz û şoreşgeran bi milyonan kulîlkan diçîne. Fikrên wî dîwarên tecrîd û esaretê derbas kirine bi azad difirin û di dilê bi milyonan mirovên li gerekstêrkê û di zîhn û wijdanê wan de bi cih bûye.
Ji Azîz Kahirî û ji welatên esmer ên Nîl, ji xaka Firewnan, ji xaka heft hezar sal a şaristaniyê, kulîlkên lutus ku azadî û qehremaniyê tacîdar kirine, bi bêhna pelên defneyan û fikrên di parêznameya we de, silavên jin û mêrên azad em dişinin. Bi tarîtiya zilm û bêedaletiyê, bi zincîrên zordest, hovîtiya bêmafiyê, di girtîgeha tarî ku di nav de tenê çirûskek hêviyê heye û bi fikrên we ronî bûye re silavên germ dişînim girtîgeha Îmraliyê.
‘Ji we fêr bûm’
Fikrên we yên der barêê têkoşînê nêrîna min a jiyanê guherand û ez ber bi rastiya ku divê hedefek bilind hebe ve birim. Doza mafdar a her şervanek, hedefa dixwaze û armanc, ji bo vê çiqas nirx lê were barkirin divê dest ji xwegihandin û serkeftina wê bernede. Ez ji we fêr bûm ku şervanên rast, dest ji destekdayîna kesên ku ji aliyê mêtingeriya Rojava ve hatin perçiqandin bernadin. Gel, bi hêz û bedena xwe ve ji aliyê emperyalîzma kapîtalîst ku Rojava girîngî dide ve hatin tunekirin. Xaka wan hat dagirkirin, mal û milkê wan tune bûn, xeyalên wan şikestîn, jiyana wan têkçû, kêrhatiyên wan ji destên wan hatin girtin.
‘Fikrên we çareseriyek mezin hilberand’
Rêberê fîlozof, fikrê we bi hinek der û herêmên bi sînor neman, berevajî fikrên we yên azadkirinê bi awayekî berfireh, bi rêbaza ku hemû gelan bigrin nava xwe û eternasyonal be belav dibin. Ji ber têkoşîn pêvajoyek berfireh e. Fikir û tezên we yên der barê pirsgirêka Kurd û neteweya demokratîk de, dem û mekan derbas kiriye. Ji bo dinyaya Ereb, welatên Rojhilata Navîn û heta hemû gelên dinyayê pirsgirêkên ku rûbirû mane û bi hev re dijîn çareserî hilberandiye. Li cihî demokrasiya sexte ya ku Rojava li ser me ferz kiriye û me encamên wê bi awayekî bi êş kişandiye, ne ji bo me ne jî bo civaka me guncaw e, we modelek bêeman a rastiya demokrasiyê li gorî urf û edetên Rojhilat ava kir.
Ez ji we fêrî girîngiya xebat û jiyana kes û civakê ya ku erkek pîroz û parçeyek ji hev nayê qutkirin e bûm. Di azadbûn û pêşketinê de xwedî girîngiyek mezin e. Di heman demê de di xebat azadî û di pêşketinê de girîngiyek mezin digre, xizmetê ji civakê re dike, bi xwe re pêşxistin û kapasîteya pêşxistinê ava dike, balê dide ser xebatên hilberandin.
‘Bi heyranî ez bi we şanaz im’
Weke jinek gotina “Jina xweşik, jina azad e” û dema fêr bûm koletiya jinan ji rabûriya paşverû ya mêr û mêrên xwedî feraseta kapîtalîzmê tê şiyar bûm. Veraseta ku li ser jinan ferz dike serî bitewîne. Ev serîtewandin divê her dem û li her cihê rabe, enerjiya jinên di civakeke azad de biteqe, civakê, malbata wê û welatê xwe bi mêran re mil bi mil tiştek weke ‘jiyana beşdarî’ bikare bilind bike. Ev ji bo xebata şoreşgerî çavkaniya aramî û di serkeftina wê de yan jî têkçûna wê de aliyê aktîf û rizgariya civakê di rizgariya jinan de razayîye.
Têgehên şeref û exlaq bi civakê ve girêdayî ye û bi jinan ne sînordare. Bi azadiya derdora rûmetê û bi dawîbûna biçûkxistin û koletiyê ve girêdayî ye. Exlaqê wê, mejiyê xwezayî yê civakê û karên baş ên ku sûdê didin civakê pêkanîna wê ya pratîkî ye. Di heman demê de ev, xerca ku civakê bi hev re dike yek e. Pêkanîna pratîka siyasetê, di heman demê de di navbera zekaya analîtîk û zekaya hestiyar de rêgeza sereke ya zihniyetê bi rêxistin dike. Em dizanin ku ya dilpakiya civakeke exlaqî diyar dike pîvan in.
Fanatîzma zêde ya qaşo ji bo rûmeta jinan heyî, di rastiyê de îfadeya bêrûmetiya civakê ye. Vê yekê girêdana jinan a zêde, ji aliyê civakî ve bêrûmetiya li ser wan hatiye ferzkirin nîşan dide. Di bin navê “rûmeta jinan” de têgeha rûmetê ya ku tê xwestin ji nû ve zindî bibe, xwe dispêre zafiyeta mêr a ku li ber têkçûnê ye û hewl dide hêza xwe îsbat bike.
‘Ji bo jinan parastina cewherî’
Pergal parastina cewherî ji bo hemû hebûnên di gerdûnê de pergalek e. Têkoşîn, awayê parastina cewherî ji bo parastna hemû hêmanên li gerdûnê yan jî hebûn hemû parçeyan e. Parastina di vir de, jin jî di nav de hemû kesên di cavaka mirovahiyê de digre nava xwe. Erka parastina cewherî berfireh e, ked ji vê nayê dûrxistin, bi cureyek diyar an jî zayendî re sînordar nîn e. Ji 1980’an ve heta niha, we hewl daye balê bikşînin ser rola jinan a di pêvajoyên têkoşîn û rizgariyê de. Bandora wan li ser mijarên neteweyî di parastina cewherî û rola di parastian civakê de.
Ev fikir hemû tenê beşek ji aliyê ku tê dîtin e. Tiştên ku tiliyên min bi lez nivîsandin ev bûn lê belê fikrên we û nêrînên we, bûn çavkaniyek ji bo me û tu caran xilas nabe. Herî dawî ez hêvî dikim nameya min bigihîje we. Di heman demê de di demek herî nêz de, hûn di hembêza çiyayên bi heybet ên Kurdistanê de, li girên kesk bin û ew hewaya nerm, xetên rûyê we yê bi hêvî hênik bike. Bayê ewil azadiya we hembêz bike û kevokên aştiyê, bi şaxên zeytûnan bi hewa bikevin li derdora we kom bibin.
Bi rêzdarî û hezkirin.
Dr. Farnaz Attîa
*Ji zanîngeha Qahîre ya Misirê, endama hîndekariyê.”
Nameyek ji dilê Filistînê
Nevîn Nimer a ji Xezayê di nameya xwe de wiha dibêje:
“Ji Rêber Abdullah Ocalan re...
Ji axa Filistînê, ji nava êşan, ji Xezaya berxwedêr a ku di navbera dîwarên zulmê û diranên zaliman de asê maye silaveke azad.
Ez vê nameyê ji bo kesê ku ala azadiyê bilind kir, rûmeta jinan û mirovahiyê parast, jinan di avakirina rûmeta mirovahiyê, di avakirin û parastina civakên zana û şiyar de kir xwedî rol, ji bo we dinîvîsînim. Ji bo ku we careke din ji bo jinan di riya têkoşîn û rûmetê de cihek çêkir, ber bi ramanên azad û hayjêbûnê ve bir, em ji we re ji dil û can spas dikin. Gotinên ku we der barê jinan de gotine, bi serê xwe nîşaneyên şoreşeke ronakbîriyê ye. We diyar kir ku azadî bi marjînalkirina nîvê civakê çênabe, dijberî wê bi hayjêbûna jinan a ji bo xwe û rola xwe pêkan e û ev yek ji bo her kesê bû çavkaniya îlhamê.
Ez weke keça şehîdan ji we re dinivîsînim… Bav, dayîk û hemû xwişk û birayên min di şerê ku tenê ji bo me xemgînî û aşan bi xwe re anî de mirin. Ez niha bi tenê dijîm, div an mercên zor de li ber xwe didim, xwe dispêrim ronahiyên ku ji qelşên dîwarên tarî xuya dikin, di riya wan de û di riya azadiyê de, li pey şopa kesên ku beriya me çûne dimeşim.
Jinên Xezayê di nava xirbeyan de jiyanê diafirînin welat di hembêza xwe de dihewînin
Ez keça Xezayê me. Li cihê ku şer, hilweşîn û tunebûn, bûye jiyana me ya rojane, jin her kêlî jig elek aliyan ve têdikoşin, li eniyên jiyanê, dayiktiyê, perwerde û rûmetê de têdikoşin, li cihê ku bi êşên jinan hatiye dagirtin ji we re dinivîsînim… Jinên Xezayê carna di nava vê tarîtiyê de bi tena serê xwe dimînin û ji hemû mafên xwe yên bingehîn bêpar dibin lê dîsa jî cesareta wan naşikê. Di nava xirbeyan de jiyanê diafirînin, welat di hembêz û rehma xwe de hildigrin lewre em dizanin ku jin ne qurban, dijberî wê, çalak, pêşeng û afrînerên pêşerojê ne.
Gotinên we di şevên dirêj ên Xezayê de bibin çira û ronahî
Em dizanin ku dengê we; piştî navbereke dirêj a bêdengiyê dîwaran derbas dike û hêvî dikin ku olana qîrîna me bigihîje we, gotinên we di şevên dirêj ên Xezayê de bibin çira û ronahî. Hûn yek ji wan kesan in ku dengê xwe ne weke dirûşm an jî teşe ji bo jinan bilind kirin. We dengê xwe weke perçeyek projeya azadiyê ya berfireh, a xwedî nirx, wate bilind kir loma kesên weke we kêm in. Ez weke Xezayî û keça şahîdan, ji gotinên we li dijî biyanîbûnê ji xwe re teselî dibinim. Hemû tiştên ku îradeya min mezin dikin, nîşan didin ku em di vê têkoşînê de bi tenê nîn in û baweriya me nû dikin di gotinên we de dibinim.
Ji bo ku we vîzyonek ji bo em xwe ji nû ve ava bikin û êş û rûmeta xwe bi hev re binivîsînin da me, ez spasiyên xwe ji we re dişinim.
Gotinên we di tarîtiya vê cihana bêdeng de ji bo me dibin ronahî.
Keçên Filistînê û yên keçên şehîdan ji bo we minetdar in.
Tevî her tiştî em minetdarên we ne, li ser navê jinên Filistînê ji we re silavên bi hêvî û berxwedêr dişinin.
Keça Xezayê/ Newîn Nimer Adel Abdel Aal.”
‘Kilîta jiyanê’
Akademîsyena Misrî Dr. Sahar Hasan Ahmed jî di nameya ji Abdullah Ocalan re nivîsandiye de wiha dibêje:
“Ji bo ramyar Abdullah Ocalan:
Piştî ku min nêrînên we di ber çavan de derbas kir û tiştên we der barê jinan de nivîsandine xwend; biryar da vê nameyê ji we re bişînim. Raman û nêrînên we, min ber bi gotinên; “kilîta jiyanê” ve birin. Di rastiyê de jin, jiyan bi xwe ye. Di nivîsên we de îmgeya mêr, êdî nagihîje nûbûna jinan a li Rojhilata Navîn, dijberî wê, em dibînin ku li dijî jinan baldarî, îtîna heta hestên pîrozwer xwe didin der. Ev raman bi saya nêzikahiya we ya erênî ye. Tişta ku li cîhanê dihat xwestin, heq dikir bibe xala destpêka riya ber bi azadiyê ve diçe û weke zanista jinan dihat binavkirin; veguherî analîza Jineolojiyê. Rêwîtiya azadiyê ji dema ku dest pê dike ve, çêdibe. Bi azadiyê netew azad dibin û weke hûn dibêjin; “Jina azad Kurdistana azad e.”
Em ji vê bawer in meseleya Kurd rûyê din ê meseleya Filistînê ye
Ji bo azadî, wekhevî, yekîtî û xweşbînî di hemû civakan de çêbibe, hemû netew bi hev re din ava aştiyê de bi hev re bijîn we gelek fikir û ramanên xwe anîn ziman. Bi saya baweriya me ya bi ramanên we, pirsgirêka we ku yek ji meseleyên herî girîng ên Rojhilata Navîn e ger çareser bibe dê civakên Rojhilata Navîn bikaribin din ava aştî û ewlehiyê de bijîn. Em ji vê bawer in. Meseleya Kurd rûyê din ê meseleya Filistînê ye. 26 sal in bi girtina we ya di bin tecrîdê de hewl dan vê mijarê vemirînin û derbe lê bidin, nehiştin kes were serdana we. Vê tecrîda giran îsbat dike ku hûn çiqas rast û dirust in, doza we çiqas rast e.
Çareseriya hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn di fikr û ramanên we de ye
Tevî ku dengê we hat birîn jî we ji bo azadî û aştiyê bang kir, dengê xwe gihîştan çar aliyên cîhanê. Em dibînin, riya çareseriya hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn di fikr û ramanên we de ye.
Weke jineke ji Misirê ya ji rêzdariya we, mafê we yê azadiyê bawer dike û bi vê yekê şanaz dibe; min xwest bi vê nameye rêz û teqdîra xwe ji we re bişînim. Nivîs û ramanên we, di civaka Ereb û Rojhilata Navîn de, bûye xala werçerxê û jinan kiriye xwedî hêz.
Dr. Sahar Hasan Ahmed
*Di warê dîroka nûjen a Misrê de lîkolînera akdemîk, di heman demê de di warê nasname û neteweyan de pispor. Her wiha li Zanîngeha Akademîk a Navneteweyî doçent e, li gelek zanîngehên Misrê hîndekariyê kiriye.”