Maryam a ku li dijî îdamê têdikoşe: Divê xebatek piralî bê meşandin
Di vê dema li Îranê cezayê îdamê bi zêdebûne berdewam dike de rêxistinên mafên mirovan bi fikar in û nizanin çi bikin. Maryam Sahraî behsa têkoşîna xwe ya ku li dijî cezayê darvekirinê yê li xwişka wê hatiye birîn kir.
DÎLAN MUHAMMEDÎ
Mehabad - Li gorî daneyên saziyên mafên mirovan ên Îranê tenê sala borî 333 kes hatin darvekirin. Li gorî daneyên sala 2021’ê jî li Îranê rêjeya cezayê darvekirinê li gorî salên borî ji sedî 25 zêde bû. 126 kes ji ber madeyên hişbir û sûcên têkildarî wan hatin darvekirin, tê ragihandin ku ev rêje li gorî sala 2020’an 5 qat zêdetir bûye. Gelo li welat bi kampanyayên li dijî darvekirine pêşiya vê cezayê tê girtin? Ma kampanyayên li dijî darvekirinê bi bandor in? Wekî tê zanîn cezayê darvekirinê di serî de ji bo sûcên wek cînayet û kuştinê derbasdar e lê belê bi musadeya dayik û bav qebûlkirina “pereyê xwînê” ya kesê hatiye qetilkirin re, înfaza vê cezayê tê taloqkirin.
Li hin parêzgehan kampanya tên meşandin
Helbet ji bo bi bi awayê tevahî rakirina cezayê darvekirinê jî xebat tên meşandin lê rakirina kesên ku cezayê darvekirinê girtine jî “dayîna pereyê xwînê” jî her çendî neyê wateya pakbûnê jî tê wateya rizgariya mirovek ji darvekirinê. Cezayê darvekirine kuştinên bi qestî yan jî bê mebest jî dihewîne û ji mirina di qezayên trafîkê de jî ev ceza tê dayîn. Li welat bi taybetî li Sinê (Senandej), Kirmanşah û Urmiyeyê kampanya û xebatên cur be cur hatin meşandin û raya giştî hat avakirin. Kampanyayên ku ji aliyê aktivîst, malbat û hin derdoran ve tên meşandin, ji bo girtina malbatan, li eyaletên ku tên meşandin û xebatên hiqûqî cih digrin. Tê dîtin ku di cînayetên bi qestî hatine kirin de jî malbat ji ber nerehetiya ku ji înfaza cezayê darvekirinê hîs bikin, bi awayekî wijdanî piştgiriyê didin kampanyayê.
Bahtiyar Sahraî ji darvekirinê rizgar bû
Li Îranê kampanyayek li dijî rêgirtina înfaza darvekirina ji bo Bahtiyar Sahraî hatibû lidarxistin. Bahtiyar Sahraî ji ber kuştina bi ne bi qestî bi qeza, cezayê darvekirinê girtibû. Cezayê darvekirine yê li doza Kirmaşanê hat ditîn de hatibû dayîn, bi xebatên hatin kirin re bi efûyê bi encam bû. Xwişka Bahtiyar Sahraî, Maryam Sahraî yek ji navên di meşandina kampanyayê de rola herî bi bandor lîstiye ye. Me têkoşîna wê ya ji bo rizgarkirina birayê xwe ya ji darvekirinê ji wê pirsî.
Ji bo ku birayê we neyê darvekirin, pêwîstî bi komkirina budçeyek aborî ya mezin hebû û ew pêvajo çawa hat meşandin? We çawa dît?
Hemû kesan bi qasî ji destên wan dihat alîkarî kirin lê alîkariya herî zêde ji herêma me hat. Ji her beşan alîkarî kirin lê piraniya ji esnaf û kolanan hat. Bi taybetî jî esnafên sûkê piştgiriyek mezin dan.
Ma înfaz û cezakirin di rakirina sûcan de bi bandor in?
Bi giştî, cezayê darvekirinê ne xwediyê îmajeke baş e lê piştî ku pêk tê, komlîkasyonên ku bi xwe re tîne hene. Bêguman gelek bandorên darvekirine yên wekî manewî, derûnî, kesayetî û civakî hene û divê platformek ku civak kêm biçe darvekirinê yan jî qet neçe bê misogerkirin.
Ji bo ku hemû mehkûmên darvekirinê bên efûkirin û ji bo pêwîstî bi tolhildan û înfazê nemîne, civak dikare tedbîrên bi çi awayî bigre?
Dema ku birayê me hat berdan, em bi rastî jî gelek kêfxweş bûn. Atmosfera malbatê bi tevahî guheriye û me bi alîkariya hempîşeyên xwe dikaribû xwe ji hemû zextên derûnî û hestiyarî rizgar bikira. Elbet civak dikare ji bo alîkariya kêmkirina binpêkirinan çareseriyên curbecur û dilxwaz bi pêş bixe. Divê alimên olî, mamosteyên zanîngehan, pispor û hiqûqnas li ser vê mijarê lêkolîneke piralî bikin. Wijdan jî di vî warî de faktoreke pir girîng e. Malbatek tu caran nikare wijdanê xwe dema înfaza darvekirinek pêk tê bêdeng bike û divê ji bo girîngiya vê yekê jî bal were kişandin. Yek ji beşên herî dijwar ên xebatê jî diyaloga li ser betalkirina înfaza darvekirinê ye.