Malbatên vedigeriyan Girê Sipî rastî êrîşê hatin
Li Girê Spî, malbatên Kurd ên ku dixwestin vegerin mal û milkên xwe, rastî êrîşê hatin. Malbatên ku piştî vexwendineke fermî bi belgeyên xwe çûn avahiya rêveberiya navçeyê, bi keviran û daran hatin pêşwazîkirin.
Navenda Nûçeyan - Hewldana malbatên Kurd ên koçber ên ji bo vegera malên xwe li Girê Spî, li bakur û rojhilatê Sûriyeyê, rastî êrîşê hat.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), êrîşa îro bûye sedema zêdebûna rageşiyê li bajêr.
Li Girê Spî, ku li gundewarê bakurê Reqayê ye, bi dehan malbatên Kurd ên ku berê neçar mabûn ji malên xwe derkevin, ji bo vegera malên xwe û vegerandina milkên xwe yên desteserkirî serî li rayedarên fermî dan. Piştî daxwazek fermî ya pêşkêşkirina belgeyên ku xwedîtiya erd û milkên wan îspat dikin, malbat bi erebeyê ber bi Avahiya Rêveberiya Navçeya Girê Spî ve çûn.
Gef li wan hat xwarin
Lê belê, malbatên ku li ber avahiya rêveberiyê kom bibûn, ji aliyê komên ku li bajêr dijîn û yên ku ji herêmên din li wir bi cih bibûn ve rastî êrîşê hatin. Van koman, ji bo ku rê li ber vegera malbatên Kurd û vegerandina milkên xwe bigirin, bi kevir û daran êrîşî wan kirin û bi gulebaranê gef li wan xwarin. Di êrîşê de bi qasî 20 wesayîtên malbatan hatin şewitandin an jî wêran bûn. Piştî bûyerê, li bajêr aloziyên ewlehiyê yên girîng derketin holê.
Pêwîstî bi vegereke bi ewle heye
Êrîşa li ser malbatên Kurd ên ku vedigerin malên xwe, polîtîkayên guhertina demografîk, binpêkirinên mafên milkê û pirsgirêkên ewlehiyê yên li herêmê ji nû ve anî rojevê.
Astengiyên li pêşiya hewldanên malbatên koçber ji bo vegerandina milkên xwe, fikarên ku nakokiyên milkê li herêmê dikarin kûrtir bibin zêde kirine. Piştî bûyerê, daxwazên ji bo lêpirsîna êrîşê, hesabpirsîna berpirsiyaran û dabînkirina parastina pêwîst ji bo malbatan da ku bi ewlehî, bi dilxwazî û bi rûmet vegerin malên xwe, ji nû ve hatine vejandin. Berpirsiyariyên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û rêxistinên navneteweyî di parastina sivîlan û parastina mafên milkê de jî bûne mijara nîqaşê.