Malbata Şenyaşar: Nobeta me di roja 445’an de berdewam dike
Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ên ku nobeta xwe ya edaletê bê navber didomînin, wiha gotin: “Herî zêde kesên rastî bêedaletiyê hatin bi êşa wê dizanin.”

Riha- Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 445’emîn de berdewam dike. Dayika Emîne Şenyaşar a ji ber nexweşiya xwe beşdarî çalakiyê nebû, Ferît Şenyaşar, li pêşiya Edliyeya Rihayê çalakiyê didomîne.
Malbatê li ser hesaba xwe ya medyayê ev peyam parve kir: “Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 445’an de berdewam dike. Herî zêde kesên rastî bêedaletiyê hatin bi êşa wê dizanin. Rûmet û hêza sekna li dijî bêedaletiyê jî yên li ber xwe didin pê dizanin. Nobeta me di roja 445’an de berdewam e.”