Malbata Şenyaşar: Daraza serbixwe û ne alîgir li ku ye?
Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ve hatiye destpêkirin, 449 roj in bê navber didome.
Riha- Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 449’emîn de ye. Malbata ku di saetên serê sibê de ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin pêş Edliyeya Rihayê li qada ku weke “Quncika edaletê yê malbata Şenyaşar” tê binavkirin dest bi nobeta xwe kir.
Malbatê li ser hesaba xwe ya medyayê ev parvekirin kir: “Biryara veşartinê ya li ser dosyaya me ku raya giştî xwedî lê derketiye 4 sal in didome. Li gorî xebatkarên tenduristiyê parlamenter ji xizmên xwe re gotiye ‘Wê kes ji nexweşxaneyê zindî dernekeve’. Daraza serbixwe û ne alîgir li ku ye?”