Êrîşên dewleta tirk li ser herêma Şehbayê berdewam dikin

Jinên Efrînî yên koçber ku li bajaroka Til Rifetê dimînin der barê êrîşên dewleta tirk a serê sibehê de gotin: "Daxwaza me ji dewletên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan ew e ku helwestek li hember kiryarên dewleta tirk nîşan bidin."

RÛPERÎN BEKIR

Şehba- Piştî ku serokomarê Tirkiyeyê Receb Tayîp Erdogan daxiyanî dabû û diyar kiribû ku dê êrîş li ser herêmên Bakur-Rojhilatê Suriyeyê bike, topên artêşa tirk li ser herêma Şehba û navçeya Şêrewaya Efrînê ranewestiyan. Rojane koçberên Efrînê yên ku li Kantona Şehba û navçeya Şêrewaya Efrînê dijîn, rastî êrîşan tên û gelek zirarên madî çêbûne. Îro serê sibehê li derdora seat 8'an navenda tendirustiyê ya bajaroka til Rifatê ya Kantona Şehbayê hedef girt û di encamê de gelek ziyanên madî çêbûn. Lê her dem helwesta jinên Efrînê li hember êrîşên dewleta tirk berxwedanî û tekoşîn e. Têkildarî mijarê jinên Efrînî yên koçber ên li Bajaroka Til Rifetê dimînin bo ajansa me axivîn.

"Tirkiye bi êrîşan dixwaze bajaroka Til Rifetê vala bike"

Fatma Omer a ji Efrînê, niha Li Bajeroka Til Rifet a kantona Şehbayê dijî der barê êrîş û tobarana dewleta tirk de axivî û got: "Dewleta tirk her dem bi obîs û tobaranê êrîşî me dike. Dewlata Tirk bi obîsan êrîş navenda tendirustiyê yê li Bajeroka Til Rifetê ya Kantona Şehbayê kir. Her wiha navenda tendirustiyê hemû kesên sivîl in lê dewleta tirk dîsa cihên tendirustiyê hedef digire. Ji ber ku dizane sivîl li wê derê kom dibin, dixwaze gel bitirsîne ji bo ku ji bajaroka Til Rifetê birevin. Em ê ji bo vegera axa xwe, her dem li ber xwe bidin."

"Vîna me nayê şikandin û em ê her hebin"

Emîne Omer a ji  koçberên Efrînê û niha li Bajaroka Til Rifet a kantona Şehbayê dijî bal kişand ser hedefgirtina sivîlan û wiha bi lêv kir: "Em ji ber êrîşên dewleta tirk a dagirker ji Efrînê koç bûn lê dîsa li vê derê jî êrîşê me dikin bi tang û topên xwe. Her dem dewleta tirk a dagiker sivîl, mal û milken sivîlan dike armanca xwe. Îro jî ji ber ku bazara bajaroka Til Rifetê heye, di sere sibehê de êrîş kir. Navenda tendirustiyê ya ku kombûn lê çêdibe ji bo nexweş werin dermankirin dewletya tirk hedef digire. Lê Em weke gelê berxwedêr ji bo piştgiriya zarokên xwe di çeperên şer de, li ber xwe didin û tu car dev ji Til Rifetê bernadin, vîna me nayê şikandin."

"Divê dewletên navneteweyî helwestek baş nîşan bidin"

Ferîde Mihemed a ji koçberên Efrînê ye û niha li bajaroka Til Rifeta Kantona Şehbayê dijî  bang li dewletên navneteweyî kir ku pêşî li êrîşên Tirkiyeyê bê girtin û got: "Daxweza me ji dewletên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan ew e ku helwesteke baş li hemberî dewleta tirk nîşan bidin. Divê pêşî li kiryarên hovane yên li ser sivîlan bê girtin û dewleta tirk ji herêmên dagirkirî yên Bakur- Rojhilatê Sûriyeyê derkeve. Êdî bes e ji dewleta tirk re bi hezaran sivîl bûne qurbanî di encama êrîşên wan de. Em li vê derê ne û em dernakevin bi hêviya vegera Efrînê ne û em narevin."