Mala Wêjeyê ya Kirathane ya Stenbolê: Cihekî ji bo başbûnê ye
Şeşemîn şahiya pirtûkên Kiraathaneyê bi dawî bû. Di Mala Wêjeyê ya Kirathaneyê ku malovanî ji şahiyê re kir, bernameyên der barê axaftin, rojên xwendinê, pêşandanên şanoyê, atolye, felsefe û ziman de berdewam dikin.
Z. PINAR EROL
Stenbol- Me serdana şahiya pirtûkên Kiraathaneyê ku her sal ji aliyê Mala Wêjeyê ya Kirathane ya Stenbolê ve tê lidarxistin kir. Mihrîcana pirtûkan a îsal tê lidarxistin xwe be ‘Hatina ba hev a hemû cure, reng, pirdengiyê hembêz dike û dixwaze di muxalefetê de şahiyê serdest bike’ îfade dike.
Ji oragnîzatorên ku me guftûgo li gel kir Mehtap Gurbuz, em di nava pêşangeha pirtûkan ku weşanxaneyên serbixwe xistine maseyek biçûk geriyan, pirdengiya di şahiya pirtûkan de û di nava vê de dengvedana dengê jinan em axivîn.
Me destpêkê pirsa 6’emîn şahiyê ji Mehtap Gurbuz pirsî . Mehtap Gurbuz behsa Mala Wêjeyê ya Kirathane ya Stenbolê kir, vê derê destpêkê weke ‘cihê xwendinê’ tarîf dike û wiha dibêje:
“Cihê tiştên ku em dixwînin biaxivin e, cihê guhdarkirina hev e. Bi hev re lênêrîn, bi hev re dîtin, di heman demê de li heman tiştî binêrin û tiştên cuda bibînin û cihê ku nirxandina cudahiyan e. Em vê jî bi pirtûk, pêşangeh, hinek caran bi muzîk, şanoyan dikin. Em dikarin bibêjin cihê rabûn, veciniqîn û başbûnê ye.”
‘Hedefa me ya bingehîn nehat guherîn’
Mehtab Gurbuz da zanîn ku li vê derê ji bo Stenboliyan axaftinên bê beramber, rojên xwendinê, pêşandanên şanoyê, atolye, felsefe, ziman û der barê van hemûyan de bername pêşkêş dikin û got: “Jixwe em van hemûyan bi çalakiyên ku dikin qeyd dikin û em mala Wêjeyê ya Kirathane ya Stenbolê di kenala Youtube de diweşînin. Ji ber vê jî li hemû cîhanê gelek mirov şansa temaşekirina bernameyên me bi dest dixin.” Mehtap Gurbuz şahiya pirtûkan weke fuarek ya pitûkan bi nav dike. Şahî weke xwendin, nivîsîn, balê dide axaftina li ser pirtûkan û bi çalakiyan dewlemend dike û wiha got: “Hedefa me ya bingehîn di şahiya me ya yekem a 2019’an de nehatiye guhertin. Me xwest em qadeke piştevanî û berhemdayîna hevpar a serbixwe û weşanxaneyên butîk vekin. Me xwest em di navendeke şahiyê ya wekhev û di heman demê de bi şahî pirsgirêkên weşangerî û weşanê nîqaş bikin. Li navenda kevneşop a bajar der barê pirtûkan de axaftin û di aliyê din de pîrozkirin ji bo me girîng bû.”
Di odeyên dilnizm de hatina ba hev
Mehtap Gurbuz da zanîn ku îsal 26 weşanxaneyên serbixwe yên ku beşdarî şahiyê bûne hene û destnîşan kir ku di vê çarçoveyê de, di pêvajoya hilberandina pirtûkan de hemû kesên ku keda wan heye, edîtor, nivîskar, wergervan, sazumankarî, heta karkerên çapxaneyan, hemû kes bi hewldana heqê wê bidin de pirtûk hilberandin û tevî vê jî weşanxaneyên ku bi serxistine serbixwe bibin anîna wan ya ba hev ji bo wan gelek girîng e û wiha domand: “Ji ber ku em, we jî dît di odayên dilnizm de, di salonan de em tên ba hev. Em çalakiyên xwe jî di van odeyên biçûk û dilnizm de li dar dixin. Em şahiya xwe her dem di vê çarçoveyê de fikirîn û me wisa xeyal kir.”
Bi navê axaftinên jinan tên ba hev
Şahiya pirtûkên Kiraathane bi bêdengiyê, bi taybetî balê dikşîne ser xwe. Me di nava vê bêdengiyê de ji bo dengê jinan bi awayek bihêz derbikeve çi dikin û planên wan çi ne hemû ji Mahtap Gurbuz pirsî. Wê jî wiha bersîv da:
“Em tenê ne di şahiyên pirtûkan de, di hemû çalakiyên xwe de vê dişopînin. Mînak beşek me ya cuda bi navê axaftinên jinan heye. Bi taybetî di van pêvajoyên ku bi pêş dikevin de, ez hinek agahiyên wê bidim, di pêvajoya 12 mehên li pêşiya me de, em ê helbestvanên li Mezapotamya û Rojhilata Navîn vexwînin vê derê. Em ê ya ewil jî di meha Mijdarê de bikin. Her meh helbestvanek me plan kiriye.
Beriya niha çalakiyên me yên wiha gelek bûn. Weke jinekê ez jî gelek girîngî didim vê. Mala Wêjeyê ya Stenbolê tu caran nebûye cihekî yek deng, yek reng û yek gotin. Ne mekanek wisa ye. Ji bo vê me bernameya Zimanên Diyaran beriya 6 salan bi Kurdî û Yunanî dest pê kir. Ji ber me xwest em bibin wesîleya van zimanên aydî vê erdnîgariyê ku zêdetir kes fêr bibin. Ev 6 sal in bi zaravayên Kurmancî em atolyeyan li dar dixin. Ev du sal in jî me bi Zazakî dest pê kir. Ev di pêvajoyên pêş de em ê Erebî û Farisî lê zêde bikin, heta em ê nivîsên kevin jî bixinê. Belkî em Yunanî careke din dest pê bikin.
Em demek gelek zehmet dijîn. Belkî ji bo bêhêvîtiyê gelek sedem hene. Bi giştî gelek sedemên me hene. Lê belê wêje jiyan e. Parastina wêjeyê, vekirina qadên ji wêjeyê re, bi vê wesîleyê parastina jiyana me, parastina jiyanê, berhemdayîn, pervekirin, berdewamkirina axaftinê û bi vî awayî li ser lingan mayîn… Ev hemû armancên mala Wêjeyê ne. Biçûk jî be ger em bikaribin bikin, em gelek kêfxweş in. Em dixwazin vê berdewam bikin û ji bo vê jî em ê hewl bidin.”
Dengê jinan ê di standan de tê teyisîn
Em li standên masayên weşanxaneyên dilnizm ên beşdarî şahiya pirtûkên Kiraathaneyê bûne geriyan, me degê jinan û gotinên wan pirsî. Weşananeya Îstos, der barê jiyana çand û dîrokê de sûd bidin xebatan û bi hedefa kevneşopiya weşanê ya bi deh salan rastî qutbûnê hatin zindî bike ji sala 2011’an heta niha weşanxaneyek ya ku weşanê dike ye. Du pirtûkên herî pêş ên li standê di cih de bala me kişandin.
Ji pirtûkên destpêkê yên weşanxaneya Fahîşe Çika derxistî. Pirtûka yekem a beşa Tanikliklar. Nivîskar Thomas Korovinis di pêşgotina pirtûkê de dibêje: “Eftalya (bi navê din Çika) di meha Hezîrana 1989’an de li Stenbolê, li ber wezaretxaneya Yunan min nas kir. Li wê derê, herî kêm hewl dide alîkariya madî bike, yek ji figurên dawî yên trajîk in. Ev jina ku gelek êş kêşandiye, çîroka jiyana wê wek ku min ji devê wê guhdar kiriye qeyd kir.”
11. yemîn pirtûka beşa Tanikliklar a ji weşanxaneya Îstos ya Marika derketî. Jineke Rum ku keça malbatek sêwî ku di destpêka salên 1920’an de neçar mane Îmroz bi cih bihêlin biçin Îskenderiye, biyografiya Marika, cardin jinek rojnameger û nivîskar, ji aliyê Berat Gunçikan ve hatiye nivîsîn.
Weşanxaneya Lîs, di beşa pirtûkan a Amedê de derket romana wê ya yekem me girt. Pirtûka bi navê 3+1 jin ku Songul Kartal nivîsîbû weke ‘Jinên afrîneriya jiyanê, jiyana wan ya zor û tevî hemû zehmetiyan bajer, sûrên Dîcle, bi şahidiya Karaca dag, cardin cih dayînê’ dide nasîn.
Di masaya weşanxaneya Otonom de me dû pirtûkên ku ji masa hilbijartî, em rastî sohbeta dostane ya Munevver Çelik ku di weşanê de amade kirî hatin. Reddî ya Feminîst ya Borcun di sala 2019’an de li Arjantîn hatibû weşandin. Bi awayê ku li Arjantîn jiyan kiriye tundiya ku desthilatê bi riya deyn pêkaniye, parçebûna kirdeyên kolektîf, pratîkên bê mulkkirin, şexsîtiyê girtinê tîne ziman, ji ber deyn ‘di xala sifir’ de ên ku jiyan kiriye, bedenên dişkên, ên ku jiyanê di hilberînin û têkoşîna ên ku di hilberînin, red û îsyana wan tîne ziman.
Ew zayenda ku nebûye yek jin, heta îro her li gora parameterên mêr hatiye fikirin, li ser zayend û têkiliyan de pirtûkek ku pirsên nû pirs dikeye.
Di masaya Enstutuya Kurd ya Stenbolê de ji weşanên kevin pirtûkek bi zimanê Kurdî, ji dû nivîskarên HÎNKER yek jê jin bala me dikşîne.
Di standa weşanxaneya 160. Kilometre. Em rastî çar pirtûkên ku ji helbestên çar jinan û pirtûka xêz û helbestê, ji bo bîranîna jiyankirina jinên li Tirkiye ji ber tundiya li dijî jinên jiyana xwe ji dest dane berhemek ya Anit Sayaç bi bîrdixwe hatî amadekirin tên.
Dema me serdana weşanxaneya Peywend ku li Wanê jiyana xwe ya weşanê di domîne kir, bi demkî erkdarên Weqfa Îsmail Beşikçî li standê meyze dikir. Taybetmendiya ku di şahiya Pirtûkan ya Kiraathane de derketî pêş piştevanî û samîmyet bû. Di standên wê de li ser dengbêj Meryem Xan, MERYEMXANA ku weşandine cih digre.
Romana Fabrîqeya saata axê ku me ji weşanxaneya Alef girtî, romanek li Londraya di sala 1912’an de, tevgera Sufrajet ya di nava bilindbûnê de ye. Xwendinek ku sûd bide ku em tundiya têkoşîna mafê dengdayina jinê nas bikin û hîs bikin.