Mafên jinan û medya li Tûnisê hatin nîqaşkirin

Eniya Wekhevî û Mafên Jinan, bi hevkariya Tora Rojnamevanên Jin ên Maghrebê, der barê veguhestina Qanûna Rewşa Kesane ya di medyayê de rûniştineke diyalogê li dar xist.

NEZÎHA BOÛSEÎDÎ

Tûnis – Li Tûnisê 70’emîn salvegera Qanûna Rewşa Kesane hat pîrozkirin. Ev bûyer derfetek mîsoger kir ku qanûn di ronahiya guhertinên civakî de û bi taybetî jî di guhertina ramana mirovan de were nirxandin.

Eniya Wekhevî û Mafên Jinan, bi hevkariya Tora Rojnamevanên Jin ên Maghrebê, îro rûniştineke diyalogê li dar xist û balkişand ser veguhestina medyayê ya Qanûnê û rola di navbera domandina baviksalarî û parêzvaniya wekheviyê de.

Di rûniştinê de rola medyayê ya bi taybetmendiyên wê yên cihêreng, cudahiyên di navbera medyaya klasîk û medyaya bihîstwerî, çapkirî û dîjîtal de, her wiha rola saziyên medyayê hatin nîqaşkirin.

‘Xal nayên bicihanîn’

Parêzvana mafên mirovan Mûniya El-Abid, diyar kir ku Qanûna Rewşa Kesane ne tenê bi hevberdanê, nefaqayê û welayetê re sînordar e, gelek xal hêj neyên bicihanîn û mijarên girîng têra xwe nayên nîqaşkirin.

Mûniya El-Abid got ku nebûna medyaya pispor îmgeyên qalîb girtî yên jinan xurt dike û tekez kir ku hevoka "neguhdariya jinan" a di qanûnê de ne peyvek qanûnî, lê belê ji aliyê raya giştî û medyayê ve bi awayekî bêserûber tê bikar anîn.

‘Jin ji qada giştî tên dûrxistin’

Endama Komeleya Jinên Demokratîk Nebîla Hamza, diyar kir ku divê gotar li gorî guhertinên demografîk û kêmbûna rêjeya dayîkbûnê ya li Tûnisê biguhere. Nebîla Hamza, got ku êrîşên medyaya dîjîtal ên li dijî jinên femînîst wan ber bi vekişîna ji qada giştî ve dibe û li dijî van êrîşan vegotina dijber têrkêr nîne.

‘Di navbera qanûn û civakê de cûdahiyek mezin heye’

Seroka Komeleya Beytiyê Sana Bin Aşûr jî da zanîn ku Qanûna Rewşa Kesane herî dawî di sala 2006’an de hatiye sererastkirin û tevî guhertinên civakî jî 20 sal in nehatiye nûvekirin û ev yek jî di navbera qanûn û civakê de valahiyek mezin çêdike.

Sana Bin Aşûr, diyar kir ku qanûnê di demên berê de rê li ber guhertinê vekiriye, lê îro ew li paş veguherînên civakî dimîne û balkişand ser vê rastiyê ku pratîkên baviksalar ên wekî mehkûm û mîrasê hêj berdewam dikin. Sana Bin Aşûr, îdia kir ku ji ber qanûn ji dadweriya Malikî îlhamê digre hêj ji bo jinan bendên neheq dihewîne.

Bandora Qanûna Rewşa Kesane ya li ser jiyana jinan

Piştî rûniştinê, çalakvana jinan û koordînatora eniyê Najet El-Arararî ji ajansa me re axivî û got: “Divê were pirsîn ka Qanûna Rewşa Kesane piştî 70’ê salan, heta çi astê bersivê dide hêviyên jinan û guhertinên civakî.” Najet El-Arararî, bal kişand ser bandora medyayê li ser têgihîştina civakî û raya giştî û diyar kir ku  bi taybetî bi belavbûna medyaya dîjîtal û zêdebûna gotinên nefretê yên li dijî jinan re îmgeyên qalîb girtî hatine xurtkirin.

Najet El-Arararî, der barê nafaqê de tekez kir ku ew ne tenê mafê hevjînê ye, di heman demê de mafê zarokan û ev yek di berjewendiya zarok de berpirsiyariyek hevpar a jin û mêr e.