Mafên girtiyên siyasî yên li girtîgeha Evînê tên binpêkirin
Rapora Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranê, şert û mercên xirab ên li Girtîgeha Evînê eşkere kir. Li gorî raporê, girtiyên siyasî ji mafên bingehîn bêpar in û xizmet û lênerîna tenduristiyê jî her ku diçe xirabtir dibin.
Navenda Nûçeyan – Di demên dawî de, li girtîgeha Evînê pîvanên mirovî bi awayekî berbiçav xirabtir bûn. Ji zêdebûna binpêkirinên li dijî girtiyan bigire heya înkarkirina berdewam a xizmetên bingehîn, hawirdora girtinê ferqeke mezin a di navbera rewşa heyî û pîvanên mafên mirovan ên navneteweyî de nîşan dide.
Li gorî rapora ku li ser malpera înternetê ya “Dengê Girtiyên Kurd û Îranî” hat weşandin, girtiyên siyasî yên di girtîgeha Evînê de rûbirûyî binpêkirina mafên xwe yên bingehîn, kêmasiya xizmetan û nebûna dabînkirina pêdiviyên tenduristiyê bûne; ev yek jî şert û mercên girtiyan girantir kiriye.
Di raporê de hat destnîşankirin ku pîvanên cûdakirina girtiyan li gorî cureyên tawanên wan di girtîgehê de nayên sepandin û girtiyên siyasî bi girtiyên ku ji ber tawanên giştî hatine girtin re tên ragirtin.
Di raporê de behsa wê yekê jî hat kirin ku beşek ji wan kelûpelên li firoşgeha girtîgehê tên firotin, dîroka wan derbas bûye û bi bihayekî gelekî girantir ji bazarê ji girtiyan re tên firotin. Li gel vê yekê, madeyên hişbir di nava girtîgehê de tên firotin. Ev kar jî bêyî agahdariya berpirsên girtîgehê nayê kirin û ew bixwe di belavkirin û firotina madeyên hişbir ên di nava girtîgehê de hevpar in.