Qanûna Çarçoveyî di Rojnameya Fermî de hat weşandin
Qanûna Çarçoveyî bi îmzeya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di Rojnameya Fermî de hat ragihandin û dê piştî raopra MGK'ê qanûn bikeve meriyetê. Her wiha deste dê ji bo sepandina qanûnê bên avakirin.
Navenda Nûçeyan – Qanûna Çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ku ji 12 xalan pêk tê, bi 467 dengan di Desteya Giştî ya Meclîsê de hat erêkirin û bû qanûn. Qanûn duh bi şev saet 00:00'an de bi îmzeya Serokkomar Tayyîp Erdogan di Rojnameya Fermî de hat ragihandin. Ji bo sepandina qanûn dê li benda rapora teyîd û tespîtê ya Desteya Ewlehiya Netewî (MGK) bê sekinandin û piştî raporê dê bikeve dewrê.
Qanûna çarçoveyî ya li gor rapora Komîsyona Meclîsê ya ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatiye amadekirin dê qanûneke demkî be û 6 mehan bê sepandin. Dirêjkirina dema qanûnê jî dê giredayî Serokkomariyê be. Piştî qanûna çarçoveyî dê vê carê li gor xala 7'an a rapora komîsyona meclîsê, gavên demokratîk û sererastkirinên qanûnê bên kirin.
Piştî qanûna çarçoveyî di Rojnameya Fermî de hat ragihandin, çav li rê ye qanûn bikeve meriyetê. Ji niha û şûn ve ji bo sepandina qanûnê dê çi bibe, çi amadekarî bên kirin, çend deste bên avakirin û qanûn dê çawa were sepandin, ji aliyê raya giştî ve jî tê meraqkirin.
Qanûn dê kengî bikeve meriyetê?
Qanûna çarçoveyî dê piştî rapora teyîd û tespîtê ya MGK'ê were sepandin. Ji bo sepandina qanûnê heta niha demek nehatiye diyarkirin. Lê di meha Cotmehê de bi serokiya Serokkomarê AKP'î Erdogan MGK'ê bicive. Tê gotin ku di wê civînê de MGK dê rapora teyîd û tespîtê radestî Serokkomar Erdogan bike û piştî vê raporê di meha Cotmehê de qanûn dê têkeve dewrê. Heta meha Cotmehê ji bo sepandina qanûnê dê deste bên avakirin û di meha Cotmehê de jî piştî rapora teyîd û tespîtê qanûn dê bikeve dewrê.
Desteya yekem hat avakirin
Ji bo sepandin ango pratîkirina qanûnê dê 3 deste bên avakirin. 2 ji vana, beriya niha ji raya giştî re jî hatibûn parvekirin. Ji van desteyan yek dê Desteya Şopandinê ye ku di rêveberiya Cigirê Serokkomar Cevdet Yilmaz de ye. Ew deste dê ji 8 kesan pêk bê. Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz piştî qanûn di Rojnameya Fermî de hat ragihandin diyar kir ku wan desteyê ava kirine û wezaret û saziyên dewletê yên di desteyê de cih bigirin, dest bi xebatên kirine. Di vê desteyê de Wezaretên Dadê, Karên Navxweyî, Karên Derve û Parastinê jî cih digirin. Her wiha Sekreterê Giştî yê Serokkomar, Sekreterê Giştî yê MGK'ê û Serokê MÎT'ê Îbrahîm Kalin jî dê di vê desteyê de cih bigire. Her wiha Cevdet Yilmaz ragihand ku ew ê civîna xwe ya yekem di 24'ê Tebaxê roja Dûşemê li dar bixin û di vê civînê de dê li gor pêdiviyan komîsyonên bên avakirin.
Dê li meclîsê desteya çavderiyê bê avakirin
Her wiha li Meclîsê jî Desteya Çavderiyê dê bi Serokiya Serokê Meclîsê û beşdariya partiyên siyasî yên di parlamentoyê de ne bê avakirin û dê çavderiya sepandina qanûnê bikin û karibin pêşniyaran jî bikin. Her wiha Desteya Şopandinê ya di serokatiya Cggirê Serokkomar Cevdet Yilmaz de bê avakirin dê tekildarî xebatên sepandina qanûnê her tim Desteya Çavderiyê ya Meclîsê agahdar bike. Ew deste dê bi çend kesan bê avakirin hê ne diyar e. Lê qala 17 endaman tê kirin. Di bin banê vê desteyê de jî tê payîn hê dê komîsyon bên avakirin û saziyên civakî, rêxistinên sivîl û hwd. jî ger destê daxwaz bike dê bikarin di van komîsyonan de cih bigirin.
Tê payîn ku Rêberê Gelê Kurd di Desteya 3'yemîn de cih bigre
Her wiha desteyek jî dê ji aliyê Tevgera Azadiyê bê avakirin û li gor çavkaniyên pêbawer dê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî wek Koordînatorê Aştî û Siyasî dê di vê desteyê de cih bigire. Ew deste jî dê bi desteyên dewletê re bi awayekî koordîneyî bixebite. Her wiha tê payîn ji niha şûn ve dê şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bên başkirin û dê karibe bi rojnameger û akademîsyenan re hevdîtinê bike.
Bi Abdullah Ocalan re dê hevdîtin bê kirin
Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ya ku ji parlamenter Pervîn Buldan û Mîthat Sancar pêk tê, di nava hefteyê de bi Serokkomar Tayîp Erdogan re hevdîtin kirin û çav li rê ye ku di nava van rojan biçin Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Naveroka van hevdîtinan jî dê têkildarî qanûna çarçoveyî be û dê ji niha û şûn ve çi were kirin û avakirina desteyan be.