‘Li Yemenê di warê pêşîlêgirtina tundiyê de tu tişt nehatiye kirin’

Ji ber şerê navxweyê yê li Yemenê Hakim Îshaq Al-Maqtarî bal kişand ser zêdebûna tundiya li dijî jinan û zarokên keç û diyar kir ku der barê pêşîlêgirtina tundiyê de tu pêşketinek çênebûye.

HALA AL HAŞIDÎ

Yemen- Li Yemenê ji sala 2014’an ve heta niha ji ber şerê navxweyî yê ku berdewam dike, hejmara kesên ji cihê xwe bûne 4,3 milyonî derbas kiriye. Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî (NY); gelê Yemenê ji sedî 73’ê wê ango 23,4 milyon hatine halê ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye. Zêdeyî 13 hezar sivîl di nav de 377 hezar kesan ji ber pevçûnan jiyana xwe ji dest dane.

Ên ku herî zêde ji şer zirarê dibînin jin û zarok in. Li welatê ku xizanî lê kûr bûye, zarok di karên giran de tên xebitandin. Piraniya zarokan tên biçekkirin û wan dişînin çeperan. Bi milyonan zarok jî naçin dibistanê. Jin û zarok li hemberî cihêkarî û tundiyê bêparastin in. Ji derveyî tundiya mêr jinên ku tên binçavkirin, rastî îşkence û nêzîkatiyên xirab tên.

‘Ji bo pêşîlêgirtina tundiyê tu pêşketin çênebûye’

Endama Komîteyan Kêkolîna Binpêkirinên Mafên Jinan a Neteweyî Hakim Îshaq Al-Maqtarî diyar kir ku li Yemenê pirsgirêka tundiya li dijî jinan ji berê ve heye û di pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinan de tu pêşketin çênebûye. Hakim Îshraq Al-Maqtarî da zanîn ku ji ber şerê li welat tundiya li dijî jinan zêde bûye.

‘Nêzikatî teşwîqî tundiyê dike’

Hakim Îshraq Al-Maqtarî da zanîn ku di tundiya li dijî jinan de der barê kiryaran de ji ber mewzuatê biryara beraetê didin û bi wan nêzîkatiyan kesan teşwîqê tundiyê dikin û got: “Destûra bingehîn a Yemenê di heman demê de di aliyê maf û azadiyê de, rêgezên wekheviya zayendî jî digre nava xwe. Lê belê ev rêgez tê çi wateyê nirxandina wê ya rast ji kevneşopiyên civakî re hiştine.”

‘Şer jinan sînordar dike’

Hakim Îshaq Al- Maqtarî bi bîr xist ku di destûra bingehîn de, di stratejî û planan de ji bo avakirina wekheviyê hevpeymanek navneteweyî ya hikumeta Yemenê heye û erê kiriye û wiha got:

“Lê belê şer, mafên gelek mirovên li Yemenê binpê dike, bi taybetî binçavkirinên bi kêfî faktora bingehîn a li pey jinan e ku  ji xebatên civakî û siyasî dûr dixe. Di heman demê de partiyên siyasî yên li Yemenê, bi taybetî Husiyan, di nava tevgerên walîtiyê de asteng dike, astengiya sînordarkirina di qada sivîl de ye. Ev rewş beşdariya jinan a jiyana rojane û siyasetê asteng dike.”

‘Zewicandina zarokan zêde bûye’

Hakim Îshraq Al-Maqtarî destnîşan kir ku li Yemenê weşanên ragihandinê, fetwayên li mizgeftan, badorek neyênî li xebatên aktivîstên tundiya dijîtal û parêzvanên mafên jinan dike û wiha domand: “Di van demên dawî de em dibin şahidê zêdebûna tundiyê. Di heman demê de bûyerên di dema şer de zewicandina zarokan zêde bûye. Bi taybetî li herêmên ku ji cihê xwe bûne, ji aliyê dewlet û civakê ve ji bo pêşîlêgirtina vê tu tedbîrek nagirin. Bi girtina tedbîran re wê hîsa baweriya jinan zêde bike, wê wan teşwîqî zanîna bûyerên tundiyê bike, civakên xwecihî û saziyên ewlehiyê û di nava saziyên dewletê yên li herêmên cuda yên Yemenê de ji bo bawerî zêde bibe divê tedbîr bên girtin. Em dixwazin biryarên parlamentoya Yemenê û biryarên der barê stratejiya ewlehiyê û darazê de der barê kêmkirina tundiyê de proseduran bi pêş bixin.”