Li Çînê erdhej: Herî kêm 118 kes jiyana xwe ji dest dan

Li gorî agahiyên destpêkê di erdheja bi pileya 6,2 ya ku li Çînê pêk hat de, 118 kesan jiyana xwe ji dest dan û 266 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Li eyaleta Gansu ya bakurê rojavayê Çînê, erdhejek bi pileya 6.2 pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê 118 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî nûçeya ajansa Xinhua ya Çînê, hate diyar kirin duh şev deqeyek beriya nîvê şevê bi pileya 6,2 erdhejek ku navenda wê Çîşîşan Baoan Donxiang û navçeya Salar Ozerkê pêk hatiye.

Di erdhejê de, li cihên niştecihbûna hawirdorê şebekeyên av û ceyranê, binesaziya çûnûhatinê û torên ragihandinê zirar dîtin. Hate hînbûn ji bo xebatên rizgarkirinê ji îtfaiye û yekîneyên afetê  ekîbeke ji 580 kesî sewqî herêmê kirin.

Serokê Dewletê ya Çînê Şî Cînping, telîmat da ku xebatên lêgerîn û xilaskirinê bi lezginî bên meşandin û ji bo misogerkirina ewlehiya can û malên welatiyên ku ji erdhejê zirar dîtine sererastkirinên pêwist bên kirin. Şahidên bûyerê, diyar kirin piştî erdhejê gelek mal, rê û binesaziya herêmê xisar dîtiye û li gelek gundên girêdayî navçeyê ceyran û av qut bûye.

Çin herêma erdhejê ye

Herêma ku li ser fayê ya fireh a di dirêjahiya Çiyayên Himalaya de cih digre, yek ji cihên li Çinê erdhejên mezin tên jiyîn e. Di erdheja bi pileya 6,8’an a ku di Îlona 2022’an da li eyaleta Sîçuanê ya başûrê herêmê pêk hat de, herî kêm 93 kes jiyana xwe ji dest dan û di erdheja bi pileya 7,9’an a di sala 2008’an de pêk hat û bû sedema hilweşandinek mezin de, nêzî 90 hezar kes jiyana xwe ji dest dan.