Li Xezayê qeyrana stargehbûnê kûrtir dibe
Neteweyên Yekbûyî, hişyarî da ku li Zîvala Xezayê qeyrana stargehbûnê kûrtir dibe û diyar kir ku nêzî nîvê nifûsa sektorê hêj di şert û mercên hewayê yên dijwar de hewceyê alîkariya lezgîn a stargehbûnê ne.
Navenda Nûçeyan – Li Zîvala Xezayê, pirsgirêkên ku kesên ji cih û warên xwe bûne di konan de dijîn, ji ber şert û mercên dijwar ên zivistanê û bayên bihêz ên konan dihejînin, zêde dibin. Ev rewş, konan tîne rewşa nayê jiyankirinê û hewcedariya alîkariya lezgîn a stargehbûnê jî zêde dike.
Ofîsa Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, di daxuyaniya 3’ê Çileyê hat weşandin de, diyar kir ku nêzî milyonek kesên ku konên wan ji ber baran û bayên bihêz zirar dîtine, hewceyê stargehbûnê ne û da zanîn rûxmê piştgiriyê jî, i hezaran Filistînî di şert û mercên dijwar ên zivistanê de di konên demkî de jiyana xwe didomînin.
Dema ku hevkarên NY’ê, ji ber zirara binesaziyê, kêmbûna sotemeniyê û gihîştina depoyên çopê di qada rêveberiya bermayiyan de zehmetiyan dikşînin, ekîbên ji aliyê UNICEF’ê ve tên piştgirî kirin, ji agirbestê û vir ve her meh hezar ton bermayiyan paqij dikin.
Nebûna amûrên germkirinê
Li Xezayê, bi hezaran mirovên ji cih û warên xwe bûne, ji bo germbûnê agir û mûman bikartînin û ev yek jî xeteriya şewatan zêde dike. Rêveberiya Parastina Sivîl, di daxuyaniya xwe de ragihand di şewata ku di 12ê Çileyê de konekî li Yarmûkê derket de, jin û zarokek jiyana xwe ji dest dan.
Xezaya hefteya borî, du pêlên sermayên giran jiyan kir û ev yek jî bû sedema mirina bi dehan zarokan û zirara ditîna nêzî 53 konên mirovên bêwar.
Bicîhneanîna hêzên Îsraîlê ya madeyên agirbestê, bi astengkirina ketina stargeh û xaniyên prefabrîk re karesata mirovî kûrtir dike.