Li Efrîna dagirkirî jinek ciwan hat revandin
Li Efrîna dagirkirî çeteyên girêdayî dewleta Tirk jina ciwan a bi navê Heybet Emîn Silêman a 23 salî revand.
Navenda Nûçeyan – Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker di 30’ê Kanûnê de jineke ciwan ji bajarê Şera yê gundewarê Efrîna dagirkirî revand.
Rêxistinê diyar kir ku çeteyan bi ser gundê Derwîş ê bajarê Şera de girt, Heybet Emîn Silêman a 23 salî revand û hîna aqûbeta wê nayê zanîn.
Li herêmên ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin sûcên qetilkirin, dizîn, talankirin û revandinê dewam dikin.