Li Îranê xwepêşandan mezin dibin: Jin û ciwan di eniyê pêş de ne
Xwepêşandanên ku li dijî qeyrana aborî li seranserê welat belav dibin. Di hefteya ewil de, herî kêm 10 kes jiyana xwe ji dest dan û 44 kes jî bi guleyan birîndar bûn. Jin û ciwan, mîna pêşengên tevgerê berxwedanê didomînin.
MARÎA KEREMÎ
Sine - Îran li ber xeteriyê ye; di hefteya destpêkê ya xwepêşandanên li seranserê welat dest pê kirin de, belavbûnek cidî hate jiyîn û rêveberî roj bi roj tundiyê zêdetir dike. Qeyrana aborî ya kûr, kêmbûna domdar a pereyê neteweyî û nebûna polîtîkayên zelal û bibandor, hêrsa gel gihan xala teqîne. Xwepêşandan, destpêkê ji aliyê esnafan ve destpêkir, lêbelê di demekî kurt de bi beşdariya xwendekar, mamoste û komên din ên civakî, belav bû û niha herî kêm li 72 bajaran didome; ev bajaran piranî li rojava û başûrê rojavaya welat cihdigre. Tê ragihandin ku li hinek taxên Tehranê jî xwepêşandan didomînin.
Li gorî medya û çavkaniyên qadê, di dema van xwepêşandanan de herî kêm 10 kes jiyana xwe ji dest dane û zêdetirê 44 xwepêşander bi guleyan birîndar bûn. Bi dehan kes jî ji ber derpkirina hêzên ewlehiyê birîndar bûn û sewqî navendên tenduristiyê hatin kirin.
Hikûmet mîna berpirsiyarê sereke tê dîtin
Xwepêşandan, di destpêkê de ji ber enflasyona bêkontrol, zêdebûna zêde ya bihayên xurekên bingehîn û kêmbûna asta jiyana mirovan dest pê kirin; li Bazara Mezin a Tehranê jî bi destpêkirina grevên esnafan bandor bû. Lêbelê, daxwaz di demekî kurt de gihişt astekî berfirehtir û siyasîtir. Xwepêşanderan, polîtîkayên navxweyî û derveyî yên hikûmetê mîna berpirsiyarê sereke yê qeyrana heyî dibînin û îdia dikin ku çavkaniyên welat li şûna ku hewcedariyên gel bicîhbînin, li ser deverên dijî berjewendiya giştî tên xerc kirin. Lewma, dirûşmeya "Ne Xeza, ne Lubnan, canê min fedayê Îranê bibe" ji nû ve li kolanan deng vedide.
Pênaseya 'berhevdan’
Li kêleka vê dirûşmeyê, xwepêşander balêdikşînin li ser azadiyên giştî û takekesî, bidawîbûna desthilatdariya yek kesî û rawestandina tepeserkirinê û dirûşmeyên mîna "Netirsin, em hemû yek in", "Azadî, azadî, azadî", "Mirin ji bo dîktator" û "Em ne şehzade û ne jî lîder dixwazin" berz dikin. Hêrsa gel gihîşt astê wisa ku li hinek bajaran, baregeh û sembolên hikûmetê bûn hedefên rasterast ên xwepêşandanê. Dezgehên medyayê û rêxistinên navneteweyî, hişyarî didin ku xwepêşandan dikarin bibin sedema alozî û tundiyek mezin. Di heman demê de, berpirsên ewlehiyê yên Îranê behsa "xeteriya radîkalbûna xwepêşandanan" dikin û diyar dikin ku tedbîrên ewlehiyê dê bên zêdekirin. Li hemberê vê yekê, hikûmet hewl dide xwepêşandanan bi hêmanên biyanî ve girêbide û mîna ‘berhevdan’ pênase bike.
Çirûska serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî'
Rûxmê hişyariyên mafên mirovan û bangên ji bo azadiya ramanê ya aştiyane jî, tê dîtin ku hikûmetê serî li tepeserkirinê dide û hewl dide ku xwepêşandanan bi karanîna cudahiya di navbera daxwazên aborî û siyasî de kontrol bike.
Tevgera azadiya gelê Îranê, van xwepêşandanan mîna çirûska duyemîn a serhildana şoreşgerî ya "Jin, Jiyan, Azadî" pênase dike û kokên wê şoreşê, digihijê serhildanên 2017, 2019 û 2022’an û niha ji nû ve geş bûye. Xwepêşanderan, vê tevgerê mîna destpêka bidawîbûna dîktatorî, faşîzmê, otorîterîzmê û navendîbûnê dibînin û azadî, wekhevî û serweriya gel tekez dikin. Di vê çarçoveyê de, dirûşmeya "Ne şehzade û ne jî lîder" derdikeve pêş; lêbelê herikên monarşîst hewl didin van xwepêşandanan ji bo armancên xwe yên siyasî bikarbînin.
Ciwan û jin diyarker in
Ciwan û jin di van xwepêşandanan de rolek diyarker dilîzin. Çawa ku di şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" de pêşeng bûn, nîha pozîsyona motor û rêveberê xwepêşandanan in. Rûxmê hebûna çalak û bênavber a rejîma Îranê, binçavkirin, cezakirin, girtin û îşkencekirina jinan û heta şandina ciwanan û jinan ber bi darvekirinê ve jî, îradeya azadî û hêrsa vê nifşê nehat tepeserkirin. Xwepêşandan hêj didomîn û jin û ciwan di pozîyona pêşeng de ne.
Pêjirandina tundiyê
Di vê pêvajoyê de Elî Xameneyî, bi daxuyaniyên xwe yên dawî re hewl da xwepêşandanan bi awayekî rûberî mîna "aborî" û "têgihîştî" nîşan bide; lêbelê çavkaniya qeyranê ne bi avahiya desthilatdariyê û polîtîkayên bingehîn ên hikûmetê re, bi hikûmetên cîhanê û pêkanînên biyanî re girêda. Ev nêzîkatî, armanc dike ku berpirsiyariya hilweşîna aborî, gendeliya bipergalî û bêberhemdariya kronîk, ji rejîmê bigre û aresteyê faktorên derveyî bike.
Xameneyî di heman demê de, di navbera "xwepêşandan" û "alozî" de xetek sînor a zelal kişand û beşek mezin bi "alozker", "xayîn", "piştgiriya biyanî" û "dijmin" bi nav kir. Ev gotin, ne ji bo bihîstina dengê gel e, armanc dike ku ji bo tepeserkirinek berfirehtir a xwepêşandanan zemîna siyasî û îdeolojîk amade bike. Di heman demê de ji bo bikaranîna tundiyê ya ji bo xwepêşanderan, pejirandinek nerasterast mîsoger dike.
Analîst û siyasetmedar, destnîşan dikin daxuyaniyên bivî awayî bi fîliî karê "fermanên tepeserkirinê" dibînin û ev nêzîkatî dişîbe nêzîkatiya Ayetullah Xumeynî ya di salên destpêkê yên piştî şoreşê de tevgerên azadiyê ya li Kurdistanê mîna "dijmin" û "ajanên biyanî" bi nav kir û piştre ji bo qetlîamên komî û tepeserkirina xwînî vekir. Ev yek, nîşan dide ku hikûmet li şûna berpirsiyariyê bigre ser xwe, tercîh dike ku xwepêşandanan ji perspektîfek ewlehiyê bigre dest û tundiya rêxistinkirî rewa bike.