Li Xezayê li ser zayendparêziya civakî komxebatên hişyariyê tên lidar xistin

Bernameya Tenduristiya Derûnî ya Xezeyê û Navenda Karûbarên Jinan bi proje û komxebatên hişyarkirinê, hewl didin ku bi rêgezek li ser bingeha mafên mirovan rêzgirtin û parastina mafê tenduristiya derûnî pêş bixin.

NAGHAM KARAJEH

Xeze – Bi armanca çarçoveya mafên mirovan pêşkêşkirina xizmetên tenduristiya derûnî yên civakê, Navenda Karûbarên Jinan a li bajarê Xezayê 6 komxebatên hişyariyê yên li ser "Tundiya Li Ser Bingeha Zayendiya Civakî, Mafên Jinan û Tenduristiya derûnî" hat lidar xistin.

Di çarçoveya projeya “Rêzgirtin û parastina mafê tenduristiya derûnî ji bo jin, mêr, keç û xortên kêmendam û bêkêmendam, yên mexdûrên binpêkirina mafên mirovan a li Şerîda Xezayê” ku ji aliyê Bernameya Tenduristiya Derûnî ya Xezayê ve bi hevkariya Şerîda Xezeyê tê meşandin, bi piştgiriya Navenda Karên Jinan, Yekîtiya Xeza û Ewropayê, şeş komxebatên hişyarkirinê ya Navenda Karûbarên Jinan hat li dar xist.

Komxebatan gelek mijarên wek pêldan, tundiya girêdayî zayendî, mafên jinan û zewaca temenê biçûk yên ji tenduristiya derûnî herî girîng û nexweşiyên derûniyê çavkanî digre, pêkt e.

Armanca komxebatê li ser tûndiya zayendiya civakî perwerdekirina jinan e

Koordînatora projeyê ya li navendê Ala El-Serrac, derbarê armanca projeyê de wiha got: "Armanca giştî ya projeyê ew e ku rêzgirtin û parastina mafê tenduristiya derûnî bi riya nêzîkatiya li ser bingeha mafên mirovan, bi rê ve bibe.”

Ala El-Serrac destnîşan kir ku armanca sereke ya van komxebatan bilindkirina hişyariyê û perwerdekirina li ser tundiya bingeha zayendiya civakî û têkiliya wê bi mafê tenduristiya derûnî re ye.  Ala El-Serrac diyar kir ku xizmetên tenduristiya derûnî yên ku ji jin û keçan re têne pêşkêş kirin, li gor giringî dayîna prensîbên mafên mirovan tên destnîşankirin û ev jî nêzîkatiyek rûmeta mirovan dike bin ewlehiyê ye.

Beşdarên komxebatan, diyar kirin ku derbarê tundiya li ser bingeha zayendiya civakî û têkiliya wê ya bi tenduristiya derûnî de gelek agahiyên girîng bi dest xistine û her wiha van komxebatan derfetek bû ku der barê zextên derûnî û civakî yên ku ji yek tundiyê re rê vedike de ezmûnên xwe yên kesane îfade bikin.