Li Xezayê ji ber ava qirêj mirov bi nexweşiyên nedîtî dikevin

Gelê Xezayê bi wêrankirina torên avê, kanalîzasyon û rawestandina alîkariya lezgîn a navneteweyî re, bi tabloyeke xeternak ku rewşa tenduristiyê xirabtir dike û nexweşiyên ji avê çêdibin re re rû bi rû ye.

REFÎF ISLÎM 

Xeza – Zîvala Xezayê, bi zêdebûna germahiya havînê re, qeyraneke giran a avê dijî. Gihîştina ava guncaw a ji bo karanîna rojane her diçe dijwartir dibe, qirêjiya ava binê erdê digihîje ji sedî 96 û tenê ji sedî 4 dikare were bikaranîn. Ev dane bi raporên NY’ê û saziyên navneteweyî yên ku herî dawî hatin weşandin, hatine berhevkirin

Pispora av û jîngehê Nur Ebû Muaylik diyar kir ku rewşa avê ya li Xezeyê ne asayî ye, bi hemû wateya xwe trajediyek e. Nur Ebû Muaylik, wiha axivî: “Li gorî raporên Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Koordînasyona Karûbarên Mirovî (OCHA) û UNICEF’ê, di mehên havînê de nêzî ji sedî 95’ê mirovên Xezayê nikarin hewcedariya xwe ya lezgîn a 3-6 lître avê ya ji bo her mirovî mîsoger bikin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê jî vê mîqdarê wekî 15 lître diyar dike.

Torên avê û kanalîzasyonê yên hilweşiyayî

Nur Ebû Muaylik, da zanîn ku ji sedî 80 û 85 torên av û kanalîzasyonê bi tevahî hilweşiyane, beşa mayî jî li gorî kapasîteya xwe ya berê tenê di asta navîn de dixebite û got: “Ev rewş li Xezayê bi taybetî ji bo jin û zarokan tê wateya kêmbûna avê û hilweşîna binesaziyê. Li gorî raporên dawî yên UNICEF’ê, tenê ji sedî 3 û 5 ava binê erdê ya çavkaniya sereke ya ava Xezayê mîna ava vexwarinê tê bikaranîn. Sedemên vê yekê tevlîbûna ava deryayê ya nava ava binê erdê, giraniya nifûsê, qirêjî û faktorên derveyî yên salên dawî ne.”

‘Rewşên hişkesaliyê û kêmbûna avê jî pir zêde bûn’

Nur Ebû Muaylik, da zanîn ku ji nişka ve rawestandina xebatên rêxistinên navneteweyî yên ku berê rojane ava bêpere ji bo wargeh û kampên penaberan peyda dikirin, xerckirina avê ya serê kesî bi awayekî berbiçav kêm kir û got: “Ev yek bûye sedema xirabûna paqijiyê, xirabûna rewşa tenduristiyê û zêdebûna nexweşiyên çerm ên bêderman. Rewşên hişkesaliyê û kêmbûna avê jî pir zêde bûn.”

Nur Ebû Muaylik diyar kir tevî di demên germahiyên bilind de daxwaza avê zêde dibe jî gel neçar e xerckirina avê kêm bike. Nur Ebû Muaylik, destnîşan kir ku hinek kes ji ber hilweşîna pergalên kanalîzasyonê û tevlihevkirina ava qirêj a bi jîngehê re neçar in ava deryayê ya qirêj bikar bînin û da zanîn ku ev yek bi taybetî jî di jîngeheke ku xizmetên tenduristiyê nîn e de dibe sedema belavbûna mîkrob û enfeksiyona çerm.

Qeyrana mirovî ya xeternak

Nur Ebû Muaylik, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ev pirsgirêk di mehên havînê de girantir dibe û wiha axivî: “Bi germahiya zêde re metirsiya ta, bêavbûn û jinavçûnê zêde dibe. Zarok, jin, kal, pîr û kesên nexweşiyên kronîk bi wan re hene, di komên herî zêde bi bandor dibin de cih digrin. Pergala tenduristiyê ya li Xezayê hilweşiyaye û Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê nikare barê nexweşiyên ku ji ber ava qirêj çêdibin rake. Hat tekezkirin ku ev rewş dikare bibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê yên nû yên mîna pirsgirêkên nefesê û mudaxeleya lezgîn hewce dike.”

‘Nexweşiyên ku beriya şer nehatine dîtin derketin holê’

Pispora av û jîngehê Nur Ebû Muaylik, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Raporên NY’ê rewşa avê ya li Xezayê mîna "qeyrana mirovî ya xeternak" bi nav dikin, nexweşiyên ku beriya şer nehatine dîtin derketine holê û hilweşîna pergalên av û kanalîzasyonê rewşeke nediyar diafirîne mirov nizane dê encam çawa be.”