‘Li Xezayê ji 10 kesan 9 kes bi darê zorê hatin koçberkirin’

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li Zîvala Xezayê ku di bin êrişên Îsraîlê de ye ji her 10 kesan 9 kes bi darê zorê koçber bûne û ev yek her tim dubare dibe.

Navenda Nûçeyan - Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li Xezayê cihekî ewle nîn e û hat diyarkirin ku cihekî gelê herêmê biçe tune ye. Di daxuyaniya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat parvekirin ku li Xezaya ku nifûsa wê nêzî 2,3 milyon e ji 10 kesan 9 kes bi darê zorê hatine koçberkirin, hat diyarkirin ku Filistîniyên hewl didin li her cihê ku bibînin, di nav de dibistanên qelebalix, avahiyên hilweşiyayî, konên li ser qûmê hatine çêkirin û heta qadên çopê, bi cih bibin.

Ji ber êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve piraniya xelkê Xezayê gelek caran bi zorê koçber bûne. Dema ku koçberiya bi darê zorê dibe parçeyek ji şer, mirov di bin birçîbûn û şert û mercên zehmet de hewl didin jiyana xwe bidomînin.