Li Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 37 hezar û 718

Hat ragihandin ku hejmara Filistîniyên ku di êrîşên ku ji 7’ê Cotmehê vir ve bênavber ji aliyê Îsraîlê ve tên kirin de jiyana xwe ji dest dane derket 37 hezar û 718’an û hejmara birîndaran jî derket 86 hezar û 377’an.

Navenda Nûçeyan- Ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve êrîşên Îsraîlê yên li ser Zivala Xezayê bênavber berdewam dikin. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê der barê rewşa dawî de daxuyaniyek da û daneyên roja 264’an de parve kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê di 24 saetên dawîn de li Xezayê 4 "komkujî" pêk anî, di êrîşan de 60 Filistînîyên din jiyana xwe ji dest dane û 140 Filistînî jî birîndar bûne. Hat ragihandin ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve hejmara miriyan derket 37 hezar û 718’an û hejmara birîndaran jî derket 86 hezar û 377’an.

Ji aliyê din ve hat hînbûn ku ji ber topbarana hewayî a ji aliyê Îsraîlê ve li ser bajarê Refahê yê dikeve başûrê Zîvala Xezayê zêdeyî 10 Filistînî jiyana xwe ji dest dane. Di heman demê de hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê li taxa Siûdî ya li rojavayê Refahê gelek mal hilweşandine, li bajarokê Huzaa yê li rojhilatê bajarê Xan Yûnisê jî bi topan êrîş pêk aniye.

Mal hatin hedefgirtin

Di dema ku artêşa Îsraîlê li rojhilatê Kampa Penaberan a Bûreyj û rojhilatê Dêra Belahê bi topên hawanan hedef girtin, di encama topbarana mala malbata Ebû Avad a Filistînî ya li bakurê Xezayê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.  Dîsa li taxa Tuffah a bajarê Xezayê malek û li taxa Derecê ya li rojhilat jî avahî hatin topbarankirin. Li taxa Tel Sultan a dikeve rojavayê bajarê Refahê di navbera hêzên Îsraîlê û Filistîniyan de pevçûn derket.