Li Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 32 hezar û 623

Hejmara kesên di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dane bû 32 hezar û 623.

Navenda Nûçeyan – Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê Eşref el-Qudra, derbarê êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve li dijî Zîvala Xezayê didome daxuyaniyek da.

Eşref el-Qudra, diyar kir ku di 24 saetên dawî de di êrîşên hêzên Îsraîlî yên li dijî Zîvala Xezayê de 71 Filistînîyên din jiyana xwe ji dest dane û 112 Filistînî jî birîndar bûne. Eşref el-Qudra, da zanîn ji 7’ê Cotmehê vir ve li Zîvala Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 32 hezar û 623 û hejmara birîndaran jî bûye 75 hezar û 92.

Eşref el-Qudra, diyar kir ku di bin xirbeyan û li ser rêyan da hê jî cenaze hene.