Li Xezayê di şevekê de herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan
Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku di êrîşa artêşa Îsraîlê yê ji şevê din ve li Xezayê herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê Halîl El Dekran di daxuyaniya dayî Reutersê de got: “Ji doh bi şev heta niha herî kêm 100 şehîdên me hene. Bombardûmana Îsraîlê hemû malbat tine kir.”
Ajansa Nûçeyan a Fîlîstînê WAFA jî ragihand ku li herêmên cuda yên Fîlîstînê di 'komkujiyan' de 108 mirî û bi dehan birîndar hene.
Yek ji êrîşan li kampeke li Xan Yûnûsê bû. Li gorî agahiyan di êrîşa li dijî kampê de 40 kes hatin qetilkirin.
Hamasê êrîş wek 'sûcekî hovane yê din' pênase kir û rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi bilindkirina rageşiyê sûcdar kir.
Li gorî WAFA'yê, li Zaweyda û Deyr El Balahê li Cibaliye û Beyt Lahyayê malên şêniyan hatin hedef girtin.
Rojnamevan hatin qetilkirin
Li gorî nûçeyên Reutersê, di êrîşên şevê de 3 rojnamevan û malbatên wan jî hatin qetilkirin. Rayedarên tenduristiyê ku ji ajansê re axivîn anî ziman ku herî kêm 20 endamên malbatekê li Bakurê Xeza jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî agahiyên ku erkdarên tenduristiyê daye Reuters’ê, birayê serokê berê yê Hamasê Yahya El-Sinwar, ku di cotmeha 2024’an de ji aliyê Îsraîlê ve hatî qetilkirin, Zekerya El- Sinwar û sê zarokên wî di êrîşa li dijî konê wan a li navenda Zîvala Xeza de jiyana xwe ji dest dan. Zekeriya El-Sinwer li zanîngehek a Xezayê profesorê Dîrokê bû.
Roja 17’ê Gulanê, artêşa Îsraîlê ragihand ku, li xaka Filistîn ji bo xwegihandina hedefên şer û herêmê kontrol bike ‘êrîşên berfireh’pêkanîne. Li gorî rayedarên tenduristiya Xeza tevgera leşkerî ya Îsraîl Xeza vegerandiye xirbeyan, hema bêje hemû rûniştvanên li herêmê ji malên wan kirin. Ji cotmeha 2023’an heta niha zêdeyî 53 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.