Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, vegeriya.

Navenda Nûçeyan – Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Faîk Ozgur Erol, îro ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çû Girava Îmraliyê. Hat zanîn ku hevdîtin bi dawî bûye û şande ji giravê vegeriyaye.