Li Xezayê di nava du rojan de 20 kes ji ber birçîbûnê jiyan xwe ji dest da
Li Xezayê di nava du rojan de 20 kes ji ber birçîbûnê jiyan xwe ji dest dan. Hejmara kesên ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan gihişt 88’an û 78 ji van zarok in.

Navenda Nûçeyan – Li Xezayê birçîbûn vediguhere karesatekî mezin. Rayedarên Wezareta Tenduristiyê ya girêdayî Hamasê ragihandin ku di nava 48 saetên dawî de 20 kes ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, di nava 24 saetan de pitikekî 6 hefteyî û 3 zarok ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dane. Erkdarên tenduristiyê diyar dikin ku di pêvajoya şer a 21 mehan de ji ber birçîbûn û kêmxwarinê sivîl zûtir jiyana xwe ji dest didin.
‘Pitikên biniya 1 salî ji ber kêmbûna şîr gelek kîloyê didin’
Midûrê Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê Minir el- Baraş di daxuyaniya xwe ya ji bo El Cezire de wiha got: “Di nava du rojan de 20 kes jiyana xwe ji dest dan, ev rewşekî nehatiye dîtin e. Hejmara kesên ku ji destpêka şer ve ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dane gihişt 88 kesan ku 78 ji van zarok in.”
Midurê Nexweşxaneya Şîfa ya li Xezeyê Muhammed Ebu Selmiye diyar kir ku pitikên biniya 1 salî ji ber kêmbûna şîr gelek kîloyê didin û li hemberî nexweşiyan bê parastin dimînin.
‘Tu kes bêpar namîne’
Komîserê Giştî yê Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Penaberên Filistînî (UNRWA) Philippe Lazzarini, ragihand ku erkdarên alîkariyê û xebatkarên tenduristiyê ku li herêmê dixebitin jî ji ber birçîbûn û westanê ji hişê xwe diçin û wiha got: “Tu kes bêpar namîne. Bijîjşk, hemşîre, rojnamevan û erkdarên alîkariya mirovî jî birçî ne.”
UNRWA’yê wiha got: “Êşa li Xezeyê bi destê mirovan hate çêkirin. Bila dorpêç were rakirin, alîkarî bi ewle û berfireh were gihandin.”