Li Xezayê di Kanûnê de 10 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dan

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Sendîkaya Rojnamegerên Filistînê, di meha Kanûna 2024’an de di êrişên artêşa Îsraîlê yên li ser Xezayê de 10 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan- Di êrişên artêşa Îsraîlê yên di meha Kanûnê de li ser Zîvala Xezayê pêk anî de 10 rojnamegerên Filistînî jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniya nivîskî ya Sendîkaya Rojnamegerên Filistînê de hat diyarkirin ku Îsraîlê di meha Kanûnê de li dijî xebatkarên çapemeniyê 84 binpêkirinên mafan pêk aniye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di meha Kanûnê de di êrişan de 10 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dane û wiha hat gotin: “Îsraîl li dijî rojnamegeran di asta qetliaman de bi awayek sîstematîk hedefgirtina rojnamegeran didomîne.”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku ji malbatên rojnameger ên Filistînê 8 kes hatine qetilkirin û 3 avahiyên aydî rojnameger û malbatên wan hatine hilweşandin, 5 rojnameger jî birîndar bûne.

202 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dan

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 27 rojnameger hatine binçavkirin û li dijî rojnamegeran ji derveyî 11 êrişên bi çek, li Zîvala Xezayê û Şeriaya Rojava ya di bin dagirkeriyê de 10 rojnameger bi giranî hatine derbkirin, kel û pelên wan hatine îmhakirin, an jî dest danîne ser wan.

Di daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Medyaya hikumeta li Xezayê di 3’ê Çileyê de weşand de hat diyarkirin ku di êrişên artêşa Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha li dijî Zîvala Xezayê didomin de hejmara rojnamegerên jiyana xwe ji dest dane bûye 202.