Li Xezayê cenazeyên 7 hezar û 500 kesan di bin xirbeyan û li ser riyan mane!

Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê ji hewa û bejahî ve berdewam dikin. Hejmara miriyan 8 hezar zarok, 6 hezar û 200 jin jî di nav de bû 18 hezar û 800. Heta niha cenazeyên 7 hezar û 500 kesan jî nehatine dîtin.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsrailê yên  li ser Xezayê ji hewayî û bejahî ve berdewam dikin. Bîlançoya êrîşan her roja ku diçe girantir dibe.

Ofîsa Medyayê ya girêdayî hikumeta Xezayê di daxuyaniya dawî de diyar kir ku heta niha hejmara miriyan 8 hezar jê zarok, 6 hezar û 200 jin jî di nav de gihîştiye 18 hezar û 800’an. Di nava kesên ku jiyana xwe ji dest dane de 300 personelên tendirustiyê, 32 erkdarên parastina sivîl û 89 rojnameger hene. Hejmara birîndaran jî gihîştiye 52 hezaran. Li aliyê din hat diyarkirin ku heta niha xwe 7 hezar û 5000 cenaze di bin xirbeyan û li ser riyan mane.

52 hezar û 500 avahî hilweşiyan

Di êrîşa ku ji 7’ê Cotmehê ve heta niha berdewan dike de 128 avahiyên hikumetê hilweşiyan, 90 dibistan û zanîngeh ketin rewşeke ku neyên bikaranîn, 282 dibistan û zanîngehan ziyan dîtin, 112 mizgeft bi temamî û 200 hinek beşên wan, 52 hezar û 500 avahî bi temamî hilweşiyan. Hat zanîn ku li Zîvala Xezayê 22 nexweşxane û 53 navendên tendirustiyê ketine rewşeke ku nayên bikaranîn, 102 ambulansan ziyan dîtine û 327 hezar kes bi nexweşiyên şewbê ketine.

Di heman demê de nexweşxaneya Kemal Advan veguherî baregeha leşkerî. Birîndar û nexweşên li wê derê bi zorê birine nexweşxaneya Şîfa. Mudurê nexweşxaneya Kemal Advan Ahmed el-Kahlut jî di nav de nêzî 70 xebatkarên tendirustiyê hatine desteserkirin.

Ragihandin qut bû

Ji roja ku êrîşan dest pê kiriye ve heta niha 5 caran bi zanebûn li Zîvala Xezayê xetên ragihandinê û înternet bi temamî qut bûn. Qutkirina ragihandinê bû sedema xwenegihandina mirî û birîndaran û qeyrana mirovî kûrtir bû. Di daxuyaniyan de daxwaz ji saziyên navneteweyî hat kirin ku ji bo qeyrana bicihbûnê çareseriyê bibîne, tiştên ku dibêje bixe meriyetê. 

‘Li Xezayê her der şer û mirin e!’

Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tendirustiya Cîhanê (DSO) Tedros Adhanom Ghebreyesus di civîna dawî ya salê de li gel rojnamegerên endamên Yekitiya Çapemeniya Ofîsa Cenevre ya Akredite (ACANU) li Navenda DSO ya Cenevreyê kom bû. Dîrektorê DSO’yê diyar kir ku îsal wan bi mudaxelekirina erdheja li Tirkiyeyê çêbûye dest pê kirine û dê bi şerê dijwar ê li Xeza vê salê bi dawî bikin. 

Dîrektor wiha got: “Alîkariyên mirovî û xebatkarên tendirustiyê jî di nav de li Xezayê tu cih û tu kes di ewlehiyê de nîn e. Hevpîşeyê me Dîma Alhaj jî di nav de zêdeyî 130 personelên NY hatin kuştin. Konvoyên alîkariya mirovî ji bo gihandina alîkariyê û neqilkirina nexweşan rastî êrîşan hatin. Ên ku di nav konvoyan de hatin binçavkirin, lêpirsînkirin. Binçavkirina xebatkarên tendirustiyê bi tu awayê nayê qebûlkirin. Li Xezayê ger agirbest çênebe, aştî çênabe, aştî çênebe, tendirustî jî çênabe.”

'Me rehîneyan bi xeletî kuşt’

Ji aliyê din artêşa Îsraîlê ragihand ku 3 rehîneyên li Xezayê "piştî ku bi xeletî wek gef hatin dîtin" kuştine. Berdevkê artêşê Danîel Hagarî, kesên jiyana xwe ji dest dan wek Yotam Haîm û Samer Talalka ragihand û diyar kir ku navê kesê sêyemên li ser daxwaza malbatê niha dê neyê eşkerekirin. Berdevk, diyar kir ku der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye vekirin. Piştî ku rehîneyan li bakurê Xezayê jiyana xwe ji dest dan, cenazeyên wan anîn Îsraîlê. Tê diyarkirin li Xezayê ji 100’î zêdetir rehîne hene.  

Rojnamevan hatin hedefgirtin

Ji destpêka êrîşên Xezayê vir ve rojnamevan jî bûn hedefa êrîşan. Nûçegihanên Al Jazeera Wail Al-Dahdouh û Samer Ebu Daqqa roja Înê li Xan Yûnisa başûrê Zîvala Xezayê, birîndar bûn. Tê diyarkirin ku birîndarî ji ber fuzeya ku ji balafireke bêmirov hatiye avêtin çêbûye. Wael Al-Dahdouh li Nexweşxaneya Nasir tê dermankirin. Nûçegihana bi navê Heba Akila ya ku li beşeke din a Xan Yûnûsê weşanê dike, da zanîn ku nediyar e Samer Abû Daqqa li ku ye. Reutersê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Hevpîşeyek me yê din ê rojnamevan ku li herêma êrîş pêk hat dima, hê nehatiye tehliyekirin.”

56 rojnamevan hatin qetilkirin

Li gorî hejmarên ji aliyê Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) ve hat berhevkirin, ji 7'ê Cotmehê vir ve herî kêm 56 Filistînî, 4 Îsraîlî û 3 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê yên Lubnanî hatine qetilkirin. Her wiha CPJ’ê ragihand ku 11 rojnamevan birîndar bûne, 3 winda bûne û 19 jî hatine girtin. Tê diyarkirin ku tank û balafirên Îsraîlê, ji bilî bakurê Xezayê bomberbaranên xwe yên li dijî Xan Yunis û Refahê ya başurê Xezayê zêdetir kirine.