Jinên Mexribî: Em bi jinên li herêmên şer re di nava piştgiriyê de ne

Parêzvanên mafên jinan ên Mexribî, diyar kirin ku ew ê bi jinên li welatên weke Sûriye, Filistîn û Sûdanê yên ku şer didomin, di nava piştgiriyê de bin.

HANAN HARITE

Mexrib – Di şer û pevçûnên ku li welatên Rojhilata Navîn, Sûriye, Filistîn, Sudan û Yemenê didomin de herî zêde jin û zarok dibin hedef. Parêzvanên mafên mirovan û jinan ên Mexribî, diyar kirin ku jin li welatên şer û pevçûn li wan hene du car rastî şîdetê tên û dan zanîn ku ew ê bi jinên li wan herêman re di nava piştgiriyê de bin.

Parêzvana mafên mirovan Zahia Ammo, got ku şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn çêdibin dibin sedema mirina jin û zarokan û bal kişand ku bi taybetî jin û zarok, rastî şîdet, destdirêjî, heqaret û qetilkirinê tên. Zahia Ammo, bal kişand ku bi şîdetê hewl tê dayîn jinên li wan herêman dijîn bigrin bin kontrolê.

‘Jin li dijî mêtinkariya leşkeran bê parastin in’

Zahia Ammo bal kişand ku li Iraq, Sûriye û Xezayê li pêş çavên civakên cîhanê jin di bin mêtinkeriya leşkeran de bê parastin in bi gotinên; “Wekî ku her roj te diyarkirin di şeran de herî zêde jin û zarok dibin hedef. Zahia Ammo diyar kir ku aliyên veşartî yên şer û pevçûnan hene û haya civakê ji vê yekê tune ye û got: “Jin di van şeran de êşên mezin dikşînin. Jinên Xezayî bi binpêkirin û sûcên li dijî wan tên kirin dijîn. Artêşa Îsraîlê mafên zarokan binpê dike û jiyanê veguherandiye dojehê.”

‘Her diçe şîdeta li ser jinan zêdetir dibe’

Zahia Ammo bal kişand ku jin li Sûriye û Filistînê rastî her cure şîdet û mêtinkariyê tên lê bi biryardarî li ber xwe didin û wiha axivî: “Divê bi jinên Sûriye, Filistîn, Sûdan, Yemen û Ukraynayê re em di nava piştgiriyê de bin. Her diçe asta şîdeta li ser jinan zêdetir dibe. Li welatên ku dirûşmên azadî û wekheviyê tên avêtin jî di nava civakê de di rolên jin û mêr de jin qesl tên dîtin. Zarokên kur tên parastin. Wan weke fîgurên ku di eniyên pêş der şer bikin û jinan biparêzin, dibînin û wisa mezin dikin.”

‘Di şeran de destpêkê jin tên hedefgirtin’

Parêzvana mafên mirovan Najat Al-Razî jî diyar kir ku jin di demên aştiyê de jî rastî zilm û şîdetê tên û got ku di demên şer de ev zext dibe duqat û şîdet berfirehtir dibe. Najat Al-Razî got: “Jinên li herêmên şer pir êşan dikşînin. Tevî şîdeta zihniyeta mêr a heyî, vê carê jî ji ber dagirkeriyê rastî şîdetê tên.”

Najat E-Razî bi bîr xist ku mînaka vê yekê ya herî mezin niha şerê li Xezayê ye û wiha got: “Li wê derê jinên ku çavkaniya jiyanê ne û temînata berdewamiya berxwedanê ne hedef tên girtin û ev yek sûceke mezin e.” Najat Al- Razî, kiryarên artêşa Îsraîlê şermezar kir û wiha got: “Ji destpêka êrîşên li ser Şerîda Xezayê ve heta niha, gelê Mexribê çalakiyan li dar dixe. Xwepêşandanên ji bo piştgiriya gelê Filistînê didomîne, gelek parêzvanên mafên jinan û komeleyên mafên mirovan jî bi daxuyaniyan êrîşên li ser Xezayê şermezar dikin. Divê jinên Mexribê bê şert û merc bi jinên Xezayê re di nava piştgiriyê de bin.”