Li Xezayê 57 kesan ji bêxwariniyê jiyana xwe ji dest dan
Hêzên Îsraîlê operasyonên xwe yên leşkerî li Zîvala Xezayê berfirehtir kiriye. Her wiha ji ber tunebûna xwarinê 57 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Ji nîvê meha Gulanê ve hêzên Îsraîlê êrîşên xwe li ser Zîvala Xezayê dijwartir kirine bi armanca tunekirina tevgera Hemasê û serweriya herêmê. Di encamê de hejmara kuştina sivîlan zêde bûye.
Îsraîlê operasyonên xwe li Xezayê berfirehtir kir
Îro hêzên Îsraîlê berfirehkirina operasyonên xwe yên leşkerî li ser Zîvala Xezayê ragihand. Her wiha ev êrîş di nava kêmbûna xwarin û pêdiviyên jiyanî li herêmê dijwartir dibe. Hêzên Îsraîlê destnîşan kirin ku Lîwaya Paraşûtvanan di 24 seatên borî de derbasî Zîvalê bûne da ku tevlî êrîşa li ser Xan Yûnisê di bin fermandariya firqeya 98'an de bibin.
17 kesên ku di navbera wan de zarok jî hebûn hatin kuştin
Wezareta Parastina Sivîlan a li Zîvala Xezayê eşkare kir ku ji ber dijwariya êrîşên Îsraîlê îro 8 kesan li herêmên rojhilatê Xan Yûnisê jiyana xwe ji dest dane. Duh jî di encama êrîşeke hewayî de 9 zarokên malbateke Filistînî li bajarê Xan Yûnisê hatin qetilkirin.
Ji birçîbûnê 57 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li gorî raporên medyayê jî sed wesayîdên alîkariyê gihîştine Zîvala Xezayê ku ji sedî 1 ji pêdiviyên bingehîn ên niştecihan pêk nanîne. Her wiha 57 kesan jî ji ber tunebûna xwarinê û kêmbûna dermanan jiyana xwe ji dest dan.
70 hezar zarok bi mirinê re rûbirû ne
Li herêmê malzemeyên xwarinê diqedin û bihayê wan bilind zêde dibe. Ev jî metirsiya kêmbûna xwarinê û birçîbûnê zêde dike ku jiyana zêdetirî 70 hezar zarokên ji ber birçîbûna domdar bi mirinê re rûbirû ne, dixe xeterê.
Bertekên li dijî êrîşên Îsraîlê
Ajansa Alîkarî û Kar a Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî (UNRWA) jî li ser vê mijarê helwest nîşan dan û Komîserê Giştî yê ajansê, Philippe Lazzarînî îdia kir ku plana dabînkirina Îsraîlê ya ji bo Xezayê dê bi ser nekeve.
Ji destpêka şerê li Zîvala Xezayê ve ku di Cotmeha 2023'an de dest pê kiriye, hejmara mexdûrên şer gihîştiye 53 hezar û 901 Filistîniyan ku piraniya wan jin û zarok in. Ji 18'ê Adarê ve jî piştî agirbesteke du meh hêzên Îsraîlê operasyonên leşkerî ji nû ve dest pê kirin, herî kêm 3 hezar û 747 ji wan hatine kuştin.