Li Xezayê 157 kesan ji birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan
Di roja 665’an a şerê li ser Xezayê de, krîza mirovî bi awayekî ku mînakên wê tune ne kûrtir dibe. Ji ber dorpêç û polîtîkayên birçîhiştin, zêdetirî wan zarok 157 kesan jiyan xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Şêrê Îsraîlê li ser Zîvala Xezayê didome û her roja ku diçe felaket mezintir dibe. Li bajarê ku her roj mirovên sivîl tên kuştin, binesazî hema bibêje bi temamî hilweşiyaye.
Di daxuyaniya Navenda Tendirustiyê ya Nasir a roja 31’ê Tîrmehê de hat diyarkirin ku zarokê sê salî yê bi navê Ahmed Semîr Abdulah ji ber dorpêça bi mehan û birçîbûnê jiyana xwe ji dest daye. Bal hat kişandin ku ji ber birçîbûnê di rojek de sê zarok mirine û ji Cotmeha 2023’yan ve heta niha 157 kesan ku 90 ji wan zarok bûn mirine.
Wezareta Tendirustiyê ya Xezayê jî bi daxuyaniyek bal kişand ser rewşa heyî û wiha hat gotin: “Hewldanên kesên ku rastiya birçîbûnê înkar dikin, bi nexweşên li servîsên lezgîn û hejmara miriyan vala derdikevin. Me gelek caran hişyarî da ku dê ev rewş bibe sedema mirinê.”
Îsraîl bi taybetî êrîşê sivîlên li benda alîkariyê dike
Di roja 665’an a şerê ku di asta qirkirinê de tê meşandin de êrîşên Îsraîlê bi taybetî li dijî sivîlên ku li alîkariyê diğerin didomin. Li gorî çavkaniyên tendirustiyê, bi guleyên hêzên Îsraîlê du kesên sivîl ên ku hewl didan alîkariyê bigrin jî di nav de deh kesan jiyana xwe ji dest dane, bi dehan kes jî birîndar bûne. Bi dehan kes jî di êrîşên li ser avahiyek li Taxa Remal a li rojavayê Xezayê birîndar bûne.
Navenda mafên Mirovan El-Mezan, diyar kir ku piştî artêşa Îsraîlê di 26’ê Tîrmehê de ragihandiye destûrê dide ketina alîkariyan, êrîşên li ser sivîlên li benda alîkariyan pir zêde bûne. Di pênc rojên dawî de 238 Filistînî hatin kuştin, 1498 kes jî birîndar bûn. Pênc roj berê ger mirov bi 170 mirî 1459 birîndaran re muqayese bike xuya dibe ku li dijî sivîlan şîdeta bi zanebûn zêdetir bûye.
‘Ji ber bêdengiya qada navneteweyî xeyalên min şikestin’
Raportora Taybet a Têkoşîna bi Şîdeta li Dijî Jinan re Reem Alsalem, diyar kir ku sekna qada navneteweyî ya li dijî tiştên li Xezayê tên jiyîn xeyalên wê şikandiye. Alsalem diyar kir ku 20 sal in di warê alîkariya mirovî de dixebite û wiha got: “Me di dîroka nûjen de nedîtiye ku nexweşxane, navendên stargehê, dibistan û kreş bi awayê sistematik bibin hedef.” Her wiha diyar kir ku “Saziya Mirovî ya Xezayê” nabe ku weke saziyeke mirovî were hesibandin û divê demildest xebatên xwe rawestîne.
Ji sedî 90 nifûsa Xezayê ji cih û warê xwe bûye
Bi berdewamiya şer re, ji Cotmeha 2023’an ve heta niha hejmara kesên di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dane ji 42 hezarî derbas bûye, ji 97 hezarî zêdetir kes jî birîndar bûne. Raporên NY’ê diyar dikin ku ji sedî 90’ê nifûsa Xezayê ji cih û warê xwe hatiye derxistin û hinek ji wan, ji deh caran zêdetir neçar mane cihê xwe biguherînin. Di van mercan de saziyên navneteweyî, hişyarî didin ku dibe bi temamî pergala tendirustiyê hilweşe. Her wiha bal hat kişandin ku fermanên ji bo tehliyekirinê yên her dem tên dubarekirin, li ser jiyana bebikên nû welidîne û nexweşên di beşa lênêrîna lezgîn de xeterê çêdike.