Li Urmiye dayikek û zarokê wê ya 7 salî ji ber teqîna mayînê birîndar bûn
Li gundê Koran ê gîrêdayê bajarê Urmiyê duh nivro di encama teqîna mayînde de zarokek 5 salî û dayîka wê birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan - Duh li gundê Koran ê girêdayî bajarê Urmiye yê rojhilatê Kurdistanê berê nîvro mayîneke antî tang ku nayê zanîn kengî li herêmê hatiye bicihkirin teqiya û di encamê de 2 kes birîndar bûn.
Zaroka bi navê Ronahî Xudayî ya 7 salî dema ku li zeviya li pişt mala xwe dilîst cismek neteqiyayî dît û ji bo ku nîşanî dayîka xwe bide dibe malê. Dema ku dayîka Ronyayê, Meryem Ezîzvend mayinê di destê keça xwe de dibîne bi lez û bez mayînê ji destê keça xwe derdîxe û dixwaze ku biavêje. Lê mayîn di destê dayikê de diteqe.
Di encama teqînê de hat diyarkirin ku Meryem Ezîzvend bi giranî û zaroka wê ya 7 salî Ronahî Xudayî jî birîndar bûne. Dayik û zaroka xwe ya birîndar ji aliyê xizmên wan ve rakirin nexweşxaneya Urmiyê. Ji ber ku Meryem Ezîzvend bi giranî birîndar bibû, piştî mûdaxaleya ewil li Nexweşxaneya Dewletê ya Urmiyê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Tebrîzê hat kirin. Hat zanîn ku heta niha jî metirsiya jiyana Meryemê dîdome û dermankirina keça wê Ronyayê jî li nexweşxaneya Urmiyê berdewam dike.
Ji aliyê din ve li gorî hin îdiayên li herêmê tê gotin ku ev mayîn ji şerê Îran û Iraqê yê dema berê de heta niha maye.