Li Tûnisê zagon li ser kaxiz man: Divê ji bo guherîna zîhniyetê têkoşîn were dayîn

Seroka Şaxa Sousse ya Komeleya Jinên Demokratîk Yusra Daaloul der barê paşketina destkeftî û mafên jinan li Tûnisê de nirxandin kir û diyar kir ku zagon li ser kaxiz maye û ji bo guherîna zîhniyetê divê têkoşînek cidî hebe.

NAZÎHA BOUSSÎDÎ

Tûnis- Der barê tundiya li dijî jinan de pêkanînên cîdî hene û qanûna 58 a parastina jinên ku rastî tundiyê hatine dikin, li Tûnisê di sala 2017’an de ji meclisê derbas bû, bû zagon. Ev zagon li Rojhilata Navîn û welatên Bakurê Efrîqayê weke mînak hatibû nîşandan, ji aliyê jinan ve jî xwedîderketinek hebû. Lê belê zagon li ser kaxiz ma. Di mijara pêkanînê de zagona ku kêmaniyên wê hene, di hilbijartinên 2019’an de baskê muhafezekar bi destxistina hêzê re hat rawestandin.

Seroka Şaxa Sousse ya Komeleya Jinên Demokratîk Yusra Daaloul da zanîn ku li cihê ku qanûna 58’an tundiya li dijî jinan sînordar bike, berovajî encamek ava kir. Li gorî Yusra Daaloul di zagonê de pirsgirêk nîn e, heta difikire ku zagon li gorî normên civakê ye. Yusra Daaloul got ku pirsgirêk ne di derxistina zagonê de ye, pirsgirêk di pêkanînê de ye û destnîşan kir ku ev pirsgirêka zîniyetê ye.

‘Ji bo guhertinê têkoşîn divê’

Yusra Daaloul diyar kir ku qanûn ne tenê pirsgirêkeke hiqûqî ye, sistemeke, pirsgirêka zîhniyetê ye û peymanên navneteweyî bi bîr xist got: “Di vê mijarê de divê zêdetir pêşxistina hişyariyê çêbibe. Ji bo derbaskirina kêmaniyên di zagonê de divê xetek bi hêz a têkoşînê were diyarkirin û di vê mijarê de hikumet zoriyan dikşîne divê xebatên bi rêk û pêkirinê bi rêxistinên civaka sivîl û xebatên jinan bi hev re werin meşandin. Berpirsyariya hikumetê ew e ku neçar e cihêkarî û newekheviyê ji holê rake, di nava zayendan de firsenda wekheviyê û tedbîrên ku wekheviya butçeyê pêk tîne bigre û pêk bîne.”

Yusra Daaloul ev tişt got: “Mafên ku em dixwazin bikevin meriyetê, mefên gerdûnî yên mirovan in. Jin rastî binpêkirinên mafan tên. Em dixwazin mafên jinan bi pêş bixin. Em naxwazin bi anîna ziman rondikan bibarînin. Di salên dawî de cînayetên jinan duqat zêde bûne. Di encama qezaya kamyona karkeran de bi dehan jinan jiyana xwe ji dest dan. Divê di vê mijarê de rêk û pêkiyên zagonî werin kirin û pêkanîn. Divê tedbîrên ku asteng bikin werin girtin. Em di vê mijarê de daneyan digrin. Lê belê der barê jinên astengdar de di destên me de daneyek bi tendirust nîn e.”

‘Mafên ku li ser kaxezê ne hewl didin rakin’

Yusra Daaloul bal kişand ku jin bi asan dest ji destkeftiyên xwe bernadin û got: “Tevgerên wekhev û femînîst, bi giştî weke encama kombûna têkoşîna tevgerên mafên mirovan derket holê. Ji bo wekhevî bikeve meriyetê divê em zêdetir bixebitin. Hikumet di vê mijarê de pêşketinekê qeyd nake. Hewl didin mafên ku li ser kaxezê nivîsîne rakin. Wekhevî destkeftiyek mezin e ku ji nû ve hatiye bidestxistin û bi teybetî em di civakeke mêrsalar de ne, ger em bifikirin zîhniyeta wan di şevekê de nayê guherîn divê ev mijar were sererastkirin.”  

‘Wekhevî maf û edalet e ne peyvên ku tenê li ser kaxizê bimînin e’

Yusra Daaloul diyar kir ku li gel rêk û pêkiyên zagonî ji bo guherîna zîhniyetê jî divê xebat werin meşandin û da zanîn ku wê ev ne bi demekê, bi têkoşîneke giştî gengaz bibe. Yusra Daaloul wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ji bo pêkanîna wekhevî û avakirina hişyariyê divê perwerde û semîner werin dayîn. Divê xebatek hevbeş were meşandin. Di vê mijarê de divê di destûra bingehîn de ji nû ve rêk û pêkî were kirin. Maf, wekhevî, wekheviya derfetan, kednexwariya aborî, edalet ne peyvên ku tenê li ser kaxezê bimînin in, prosedur û planên ku werin pêkanîn in.”