Li Tûnisê karmendek bi tawana tacîkirinê ji kar hat dûrxistin
Wezareta Malbat, Jin, Zarok û Kesên Temen Mezin a Tûnisê ragihand ku karmendek bi tawana tacîzkirina zarokên keç ji kar hat dûrxistin.
Tûnis - Wezareta Malbat, Jin, Zarok û Kesên Temen Mezin a Tûnisê ragihand ku karmendek ku di navenda Ciwan û Zarokatiyê de dixebitî, bi tawana tacîzkirina zarokên keç ên li navendê kar dikirin, ji kar dûrxistin. Wezaretê destnîşan kir ku i bo lêpirsîn bê vekirin û der barê dozê de tedbîrên lezgîn ên hiqûqî bên girtin sûcdar sewqî Serdozgeriya Komarê hat kirin.