Çalakiyên li dijî êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê li Kobanê didomin

Ciwanên kantona Kobanê û rêxistina Kongreya Star li dijî êrîşên dewleta tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê çalakiyên cuda li darxistin.

Kobanê-Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger bi silogana "Li dijî îxanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê" dest bi konê çalakiyê kirin. Konê ku li qada şehîd Egîd hat danîn dê sê rojan dewam bike û rojane sazî, partî û rêveberiyên li kantonê nobetê bigirin. Çalakiyê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Pişt re endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Mustefa Mihemed li ser navê ciwanan axivî.

Daxuyanî wiha ye:Em malbata Berzanî li ser hevkariya wan ya bi dewleta tirk re şermezar dikin. Ew ne Kurdin, em îro li vir Kurdin û gêrîla jî Kurdin. Ev şervan ji bo me gelê Kurd li çiyan şer dikin û nirxên me diparêzin, ji lewra em deyndarên wan in û emê di roja îro de jî deynê xwe vegerînin. Gêrîla li ser bingehê bîrdoziya Rêber Apo hatine perwerde kirin, ji lewra ne dewleta tirk û ne jî hevkarên wî dikarin vîna wan bişkîne. Me jî weke ciwanên Kobanê îro dest bi konê çalakiyê kir û dê sê rojan dewam bike. Lê çalakiyên me di vî sînorî de namînin, emê bê navber piştgiriyê bidin gêrîlayên xwe.”

Daxuyanî bi siloganên "Bijî berxwedana gerîla" bi dawî bû.

Di heman çarçoveyê de rêxistina Kongreya Star li qada Jina Azad daxuyanî da. Daxuyaniya ji aliyê endama Kongreya Star Nayîme Eqîl ve hat xwendin wiha ye: “Em weke dayîkên şehîdan û yên gêrîla êrîşên dewleta tirk yên bi alîkariya PDK`ê li ser cih û warê zarokên me şermezar dikin. Lê şerma herî mezin ji bo malbata Berzanî ye, me gelek caran hewil da em nakokiyên di navbera xwe de çareser bikin, lê mixabin ew her tim red dikin û hevkariyê bi dijmin re dikin.

Em ji ber lihevkirin, êrîş û topên wan gavan paş ve navêjin, berovajî wê gêrîlayên me bi vîn û hêza xwe wan çiyan bikin goristana dagirker û xayînan. Em dişopînin û dibînin ku zarokên me rojane serkeftinan bi dest dixin û dijmin jî derbeyên mezin dixwe. Em heta dawiyê li pey şopa zarokên xwe ne, ji bo vê wê serkeftin para me be û binketin jî ya dewleta tirk û PDK`ê ye. Malbata Berzanî bûye amûra dewleta tirk û berjewendiyên wan pêk tînin. Hezar carî mixabin û wê dîrok vê yekê ji bîr neke.”

Daxuyanî bi silavkirina berxwedana şervanên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi dawî bû.