Li Tişrînê 2 welatî hat qetilkirin, 20 kes birîndar bûn

Li gor agahiyên destpêkê di êrişa dewleta Tirk li ser nobedarên Bendava Tişrînê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Dewleta Tirk îro bi dema herêmî saet di 13:30'î de carek din li Bendava Tişrînê bombe li gelên ku di nobetê de ne barand.

Li gorî agahiyên destpêkê, di êrişê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 20 kes jî birîndar bûne.

Hat ragihandin ku di nav birîndaran de 4 rojnameger jî hene.

Bi êrişa dawî re ji 8'ê Çileyê heya niha hejmara welatiyên ku li Bendava Tişrînê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin bû 16. Ji 90 zêdetir welatî di êrişan de birîndar bûn.