Li dijî cezayên darvekirinê banga beşdarbûna greva giştî

Xwendekarên Kurd ên zanîngehên Rojhilat û Hevpeymaniya Jinên Kurd cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî şermezar kirin û banga beşdarbûna greva giştî kirin.

Navenda Nûçeyan – Nerazîbûnên li dijî cezayê darvekirinê ku li girtiyên siyasî yên Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî hatine birîn, zêde dibin. Komek xwendekarên Kurd ên zanîngehên Rojhilat û Hevpeymaniya Jinên Kurd bi daxuyaniyek hevbeş cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî şermezar kirin û gotin: “Îran dixwaze tola şoreşa ‘jin jiyan azadî’ ji jinan hilîne.”

Komek xwendekarên Kurd ên zanîngehên Rojhilatê Kurdistanê û Hevpeymaniya Jinên Kurd ên Rojhilat li dijî cezayê darvekirinê yê li girtiyên siyasî yên Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî hatî birîn, daxuyaniyek hevbeş dan.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî hatî birîn, nedadperwerane û ne mirovî ye. Di dewamê de hatiye gotin: “Îran dixwaze tola şoreşa ‘jin jiyan azadî’ li jinan hilîne. Di vê qonaxê de erkê li ser milê her kesiye ku li dijî darvekirina jinên azadîxwaz helwest nîşande.”

Bang: Sibe tevlî greva giştî ya li dijî cezayên darvekirinê bibin

Di dewama daxuyaniyê de ev bang tê kirin: “Em bang li tevayî Kurdan dikîn sibe tevlî greva giştî ya li dijî cezayên darvekirinê yên Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî bibin.

Hizb û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê dijî cezayê darvekirinê yê Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî, biryar dane roja Çarşemê (22 Çile) li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî ragihînin.

Hêjayî gotinê ye di 8’ê Çileyê Parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatibû birîn erê kiriye. Her wiha diyar kir belgeyên ku wan ji bo parastina Pexşan Ezîzî pêşkêş kiribûn, ji aliyê dadgehê ve hatine redkirin.