Li Tirkiyê 5 zarokên di bin parastina Wezareta Malbatê de ‘hewl dan xwe bikujin’
Derket holê ku li Stenbolê 5 zarokên di bin parastina Wezareta Malbatê ya Tirk de ne, ‘hewl dane xwe bikujin’.

Navenda Nûçeyan – Li Stenbolê 5 zarokên di bin parastina Wezareta Malbatê ya Tirk de, hat hînbûn ku di 20’ê Gulanê de hewl dane xwe bikujin. Dema zarok vereşiyan, wan rakirin nexweşxaneyê.
Li gorî nûçeya di rojnameya Birgunê de cih girtiye, dosyaya ku ji ber ‘hewldana xwekuştinê’ hatiye vekirin, nayê zanîn ku di kijan astê de ye. Hat dîtin ku pirsên wek ‘Çima we xwest birevin? Hûnê birevin bi ku de herin? ji zarokan nehatiye kirin. Hinek parêzerên ku beşdarî îfadeyên zarokan ên li Midûriyeta Polîsan dane bûne, diyar kirin ku gotinên wan neketine girtekan.