Zeynep Kinaci li Şengalê hat bibîranîn

Zeynep Kinaci (Zîlan) di 30’emîn salvegera şehadeta xwe de li navenda Şengalê hat bibîranîn.

Şengal – Têkoşer û pêşenga têkoşîna azadiya jinên Kurd Zîlan (Zeynep Kinaci) di 30’emîn salvegera şehadeta xwe de li Şengalê hat bibîranîn. Merasîma bîranê bi pêşengiya Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ) li Meclisa Gel a Şengalê bi tevlibûna gelek kesan ve pêk hat. Di merasîmê de ligel şehîd Zîlan Şehîd Gulan û Şehîd Sema Yuce jî hatin bibîranîn.

Di merasîma bibîranê de berdevka Komîteya Dîplomasî ya TAJÊ Sûham Şingalî axivî û ev tişt anî ziman: “Di şexsê şehîd Zîlan, şehîd Gulan û şehîd Sema de em hemû şehîdên meha tîrmehê û xeta azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Di oxira azadiya gel û civakan de bi hezaran canê xwe feda kirine û bûne sembola fedekariyê.  Yek jê pêşenga herî mezin şehîd Zîlan e ku Rêber Apo wê wek xwedawenda azadiyê pênase dike. Şehîd Zîlan bi çalakiya xwe li çar aliyê Kurdistan û cîhanê deng veda. Armanca vê çalakiyê ew bû ku êrîşên li ser Rêber Apo vala werin dexistin. Heval Zîlan beriya çalakiyê nameyekê dinivîsîne û dibêje ew dixwaze bi çalakiya xwe bibe xwedî jiyaneke bi rumet. Çalakiya şehîd Zîlan dibe rizgarkirina gelek û civakekê.”

Piştî axaftinan sînevîzyona ku li ser şehîd Zîlan hatibû amadekirin, hat temaşekirin.

Her wiha piştî temaşekirina sînevîzyonê, Koma Bêrîvan a Çand û Hunera Sitiya Nexşa stranên xwe ji bo şehîd Zîlan vegotin.