Li Taylandê polîsek 23 jê zarok 34 kesan bi êrîşa çekdarî kuşt

Li Taylandê polîsek bi çek û kêrê êrîşê kreşeke zarokan kir û di encamê de 23 jê zarokên temenê wan di navbera 2 salî de 32 kes hatin kuştin û di dawiyê de endamên malbata xwe jî kuşt.

Navenda Nûçeyan- Hat ragihandin ku di êrîşeke çekdarî ya li ser kreşeke zarokan de li eyaleta Nong Bua Lamphu ya li bakurê Rojhilatê Taylandê 34 kes hatine kuştin û di nava wan de 23 zarokên temenê wan di navbera 2 salî de hene.  

Rayedarê emniyetê yê eyaleta Nong Bua Lamphu ya li bakurê Rojhilatê Tayland Jakkapat Vijitraithaya diyar kir ku êrîşkar bi çekê û kêrê êrîşê kreşa zarokan kiriye û nêzî 34 kes hatine kuştin, zêdetirî 23 ji wan zarok in.

Êrîşkar polîsekî 34 salî bûye û ji ber bikaranîna madeyên hişbir ji karê xwe hatiye dûrxistin, di dema êrîşa krêşê de nêzî 23 zarokên ku hatine kuştin temenê wan di navbera 2 salî de bûye her wiha mamoste û efserê polîsan jî kuştiye.

Hat hînbûn ku êrîşkar piştî komkujiyê endamên malbata xwe ku di nav de jin û zarok hebûn jî kuşt û di dawiyê de jî xwe kuşt.