Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi biryar didome
Xwepêşandan û nerazîbûn li zêdeyî 80 bajarên Îranê belav bû. Rûxmê hemû êrişên rejîma Îranê gel berxwedanê bilind dike, dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” bi dengekî hê bilind berz dike.
Navenda Nûçeyan – Piştî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê rejîma Îranê ve nerazîbûnên hemwelatiyên Îranê destpê kir û xwepêşandan li seranserî bajarên Rojhilatê Kurdistanê belav bû û rejîma Îranê bi tundî hewil dide dengê hemwelatiyan qût bike, lê li hemberî hemu hewldanên rejîmê gel bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” bê navber çalakiyên xwe didomîne.
Nerazîbûn û xwepêşandanên Îranê berdewam dike û hêzên emnî hewil dide dengê xwepêşanderan qût bike, hikumet herçendî ku rê digre û gule li xwepêşanderan di barîne, çalakvan û rojnamevanan digre û heta niha ji ber vê yekê gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn, lê belê gel di serhildanên xwe de bi israr in.
Li gora dîmenên ku di torên civakî di twîterê de hatine belavkirin, ew hemwelatiyên li Merîwanê didin diyarkirin di çend saetên bûrî de hêjmarek berbiçav ya hêzên emnî li taxên bajêr mal bi mal digerin û wan digirin.