Li Taîzê mayîn teqiya: 3 kes mirin zarokek birîndar bû
Di encama teqîna mayînê ya li bajarên Taîz û Hudeydayê ku ji aliyê Hûsiyan ve hatine danîn de, 3 sivîl jiyana xwe ji dest dan û zarokek keç jî birîndar bûn. Ev bûyer, careke din xetera mayînan a li ser sivîlên Yemenê raxist berçavan.
Navenda Nûçeyan – Sivîlên li bajarê Taîz û herêmên din ên şer dijîn, bedelên şerê Hûsiyan didin. Ji ber nebûna tedbîrên parastinê yên rasteqîn, gel bi domdarî di bin xeteriya mirinê de ye.
24’ê Cotmehê, dema ku li bajarên Hudeydayê û Taîzê ya li başûr û rojavayê Yemenê, mayînên ku ji aliyê Hûsiyan ve hatine çandin teqiyan û di encamê de 3 sivîl hatin qetilkitin û zarokek keç jî birîndar bûn.
Li Girava Qemeran a li bajarê Hudeydayê, sê kesên ku hewl didan li deryayê debara xwe bikin, di encama teqîna mayînê de jiyana xwe ji dest dan. Rayederê bajarê Hudeydê, li herêmên sivîlan çandina mayînan a ji aliyê Hûsiyan ve şermezar kir û diyar kir ku ev kiryar rasterast gefê li jiyana mirovan dixwin û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest.
Li bajerê Taîzê jî, Bada Bajaş Elî Mihemed a 13 salî dema ku li herêma Kadha ya navçeya Mu'afir ji ber nebûna gaza malê daran berhev dikir, ji ber teqîna mayînekê ji dest û rûyê xwe bi giranî birîndar bû.
Rêvebirê Buroya Karûbarên Dorpêçkirinê, diyar kir ku zarok ji bo dermankirina bijîşkî birine navendeke tenduristiyê û got ku bûyer perçeyekî ya ji sûcên ku Hûsiyan bi danîna mayînan a li gund, zevî û rêyan kirine ye.
Li gorî daneyên ku Neteweyên Yekbûyî di 3 mehên dawî de, tenê li bajarê Hodeydayê 7 sivîl ji ber mayînên ku ji aliyê Hûsiyan ve hatine çandin hatine jiyana xwe ji dest dan. Rêxistinên mafên mirovan, texmîn dikin ku di 10 salên dawî de li Yemenê jin û zarok jî di nav de bi qasî 10 hezar sivîl ji ber mayînan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî raporên mafên mirovan ên herêmî û navneteweyî, di salên dawî de mayînên ku ji hêla Hûsiyan ve hatine çandin bû sedema mirin û birîndarbûna bi hezaran kesan. Çalakvan diyar dikin ku kiryarên wiha bêrêziya Hûsiyan ji bo jiyana Yemenî nîşan didin. Parêzvan û çalakvanên mafên mirovan, bang li civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî kirin ku zextê li Hûsiyan bikin ku nexşeyên mayînên ku wan çandine eşkere bikin û fermandarên berpirsiyarê van sûcan bên darizandin.